Di nameyê de hate xwestin ku bila şaredar serbest werin berdan û peywira xwe bidomînin. Alîkara Şaredarê Stockholmê Ann-Margarethe Lîvh ji Ewrûpayê xwest ku bila helwesteke zelal nîşanî Tirkiyeyê bide.
Name ji Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû re hate şandin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku piştî 7’ê Hezîrana 2015’an HDP bi pêş ve çû û AKP’ê dest bi êrîşan kir.
Rêveberên şaredariyan diyar kirin ku di hilbijartinên herêmî de DBP serkeftineke mezin bi dest xist û got “Navendên jinan hate vekirin û gel beşdarî biryarên şaredariyê bûn. Ji bo derbasbûna newekheviya zayendî ya civakî pergala hevserokatî û hevşaredariyê hate bi cih kirin.”
‘JI PEYWIRÊ HATIN STENDIN’
Rêveberên şaredariyan diyar kirin ku 156 şaredar ji peywira xwe hatine stendin û gelek şanoyên bajêr, navendên jinan û navendên çandî hatine girtin.
‘HDP DI ÇARESERIYA AŞTIYANE DE ISRAR DIKE’
Rêveberan bal kişandin ser êrîşên li dijî HDP’ê û gotin, “Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê da sekinandin û pêşiya pêşveçûnên erênî yên li şaredariyan girt. Agirbest hate bidawîkirin û li gelek bajaran şer hate destpêkirin, bi sedan kesên sivîl hatin qetilkirin.” Şaredarên Swêdê xwestin ku bila şaredar û rêveberên şaredariyên girtî serbest werin berdan û peywira xwe dîsa bidomînin.
‘LI DIJÎ GIRTINA ŞAREDARAN EM BÊDENG NAMÎNIN’
Alîkara Şaredara Stockholmê Ann-Margarethe Lîvh têkildarî mijarê pirsên me bersivand.
Lîvh diyar kir ku ew gelek caran çûye Kurdistanê û bûye şahida serkeftina şaredarên Kurdistanê û got, “Li dijî girtina şaredaran em ê bêdeng nemînin. Em bi vê nameyê diyar dikin ku em vî tiştî qebûl nakin û piştgiriya me ya ji bo hempîşeyên me ew ê bidome.”
Lîvh têkildarî vê meseleyê hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewrûpayê rexne kir û got, “Hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewrûpayê nerazîbûneke qels nîşanî binpêkirina mafan ên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dide. Hikumeta Elmanyayê nerazîbûneke tund nîşanî girtina hemwelatiyên Elmanyayê da. Divê Hikumeta Swêdê û YE jî nerazîbûneke tund nîşanî Tirkiyeyê bide.”
Lîvh axaftina xwe wisa domand, “Tirkiye bûye dîktaroriyek. Cîhan hay ji vê yekê heye. Belkî gelek hempîşeyên me dengê me nabihîzin lê gelek mirov û saziyên sivîl piştgiriya wan dike.”
Di nav 217 şaredar û endamên meclîsa şaredariyê de Partiya Karkerên Demokrat û Sosyal, Partiya Çep, Partiya Lîberal, Demokratên Xirîstiyan, Partiya Mûhafazakar hene.