Şandeya Çavdêr li Girtîgeha Kandirayê bi çalakgeran re rûnişt

Şandeya Çavdêr a Greva Birçîbûnê serdana Girtîgeha Tîpa F'yê ya Nimroya 1 a Kandirayê kir û bi girtiyan re hev dîtin.

Şandeya Çavdêr a Greva Birçîbûnê serdana Girtîgeha Tîpa F'yê ya Nimroya 1 a Kandirayê kir û bi girtiyan re hev dît.

Di şandeyê de Seroka Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê Gulser Yolerî, Endamê Desteya Rêveber a Odeya Bijîjkên Stenbolê (ÎTO) Murat Ekmez, Serokê Şûbeya SES'ê ya  Anatoliyê Erdal Guzen û Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Umît Efe hebûn.

Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyanî da. Li ser navê şandeyê Yolerî bi bîr xist ku li Kandirayê ev 100 roj in greva birçîbûnê didome.

Yolerî li ser rewşa tendiristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê, got gelekî li xwe şikandine, nêzî 15 kîlo ji xwe kêm kirine, dema ku tiştên avî vedixwin pê aciz dibin, zikêşî dibin, vedireşin, arinc tê wan, serêşî bi wan re çêdibe û li bara deng pir hesas bûne.

Yolerî her wiha got dema greva birçîbûnê lêpirsîna dîsîplînê li girtiyekî greva birçîbûnê hatiye vekirin, cezayên disîplînê yên ji bo 3 mehan danê.

Yolerî got, ''Girtî dibêjin divê daxwazên wan werin bicihanîn. Û heta ku daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Em ê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Beriya ku pirsgirêk zêde giran bibe, hê beriya ku zêdetir kes bimirin û seqetiyên mayinde çêbibin ji  bo ku pirsgirêk çareser bibe tişta ji dest me tê em ê bikin.''

Endamê Şandeyê Murat Ekmez jî got, ''Em bang dikin, divê deriyê girtîgehan li şandeyên tendiristiyê yên serbixwe were vekirin. Ji vê jî girîngtir ji bo ku greva birçîbûnê bi mirinê bi encam nabe, em kesên li meqamên çareseriyê, mirovên xwedî wijdan dikin ku ji bo çareseriyê demildest hewl bidin.''