Îstîsmara zarokan jî îstîsmar dikin

Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê ya Stenbolê Bariş Demîr got, kuştina zarokan ji bo vegerandina cezayê îdamê tê bikaranîn.

Bi kuştina Eylul û Leyla re îstîsmarkirina zarokan ji nû ve kete rojeva Tirkiyeyê. Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê ya Stenbolê Bariş Demîr û Endama Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' Gulsum kav sûcên li dijî jin û zarokan têne kirin nirxandin.

Demîr diyar kir ku zimanê mêr ê tê bikaranîn rê li ber şîdeta li jin û zarokan vedike û li ser mijara "îdam û xesandinê" ku tê nîqaşkirin got, "Îdam û xesandin tê nîqaşkirin, lê belê em nikarin bêjin ku lêgerîneke rasteqîn ji bo çareseriyê heye. Ev daxwaz pêşî li kuştin û îstîsmarkirina zayendî ya li zarokan nagire. Ya yekemîn, ev ceza cezayên piştî kirina sûc e û pêşî lê nagire. Ya duyemîn, tê zanîn ku cezayên bi vî rengî sûcdaran ji kirina sûc venagerînin. Kesek pêşniyarekê nake ji bo careke din tiştekî wha neyê serê zarokan."

HIKUMET JI BO ÎDAMÊ BI KAR TÎNE

Demîr diyar kir, hikumet bi bahaneya îstîsmarkirina zarokan dixwaze îdamê bîne û got, "Em dikarin bêjin ku kuştina zarokan ji bo vegerandina cezayê îdamê tê bikaranîn." Demîr bal kişand ser daxwaza îdamê ya li mîtîngên hilbijartinê dihate kirin û destnîşan kir ku weke ÎHD'ê ew li dijî destwerdana li mafê jiyanê û cezayê îdamê-cînayetê yê bi destê dewletê tê kirin e. Demîr da xuyakirin ku gotin û zimanê rayedaran di nava 16 salan de bûye sedem ku êrîşên li jin û zarokan zêde bibin.

DESTHILATDARÎ CESARETÊ DIDE MÊR

Kav jî bi bîr xist ku êrîşên li dijî jinan heman piştî hilbijartinê zêdetir bûne û got, "Di hilbijartinên beriya niha de jî eşkere bû; mîna ku mêr li benda serketina AKP'ê disekinin û heman piştî hilbijartinê yekser dest bi kuştina jinan dikin, sûcên giran li jinan dikin. Ji ber ku serketina desthilatdariyeke ku mêran diparêze, cesaretê dide mêran."