Îsraîlê dema girtina wekîla Fîlîstînî Cerrar dirêj kir

Îsraîlê dema girtina wekîla Fîlîstînî Halîde Cerrar ji bo çar mehên din dirêj kir.

Wekîla 55 salî Halîde Cerrar roja 2'ê Tîrmeha 2017'an ji ber karên xwe yên li nava Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê hate girtin. Îsraîl, DYA û Yekîtiya Ewropa vê tevgerê weke "terorîst" dibîne. Cerrar salek beriya bê girtin hatibû berdan.

Sûcdariyên li Cerrar tên kirin nayên eşkerekirin. Li Îsraîlê, rewşa kesên di çarçoveya "girtina îdarî" de tên girtin, bi vî rengî ye. Girtiyên ku bi vî rengî hatine girtin, dema wan a girtinê şeş mehan carekê bêyî darizandinê ji nû ve tê dirêjkirin.

Cerrar ku sala 2017'an ji bo Parlamenta Fîlîstînê hate hilbijartin, dema girtina wê herî dawî 24'ê Kanûna 2016'an ji bo şeş mehan hatibû dirêjkirin.

Gelek rêveberên Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê girtî ne. Yek ji van jî Cerrar e ku gelek caran hate girtin.

Cerrar piştî ku 14 mehan girtî ma, Hezîrana 2016'an hatibû berdan.

Niha li girtîgehên Îsraîlê bi qasî 6 hezar Fîlîstînî hene. 450 ji van girtiyên îdarî ne ku du jê jin in.