Îşkence li girtiyên jin ên li Xarpêt û Tarsûsê hate kirin
Zext û îşkenceya AKP’ê ya li ser girtiyên siyasî bi Rewşa Awarte re zêdetir dibe.
Zext û îşkenceya AKP’ê ya li ser girtiyên siyasî bi Rewşa Awarte re zêdetir dibe.
Leşker û gardiyanan îşkence li girtiyên jin ên li girtîgehên Xarpêt û Tarsûsê kirin.
BEDENA WAN REŞÛŞÎN BÛYE
Xizmekî girtiyan ê ku ji bo serdanê ji Amedê çûbû Xarpêtê diyar kir ku 21 jinên girtî yên di kogûşa C21’ê ya Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê de ne, rastî lêdana gardiyanan û heqareta devkî hatine. Hat diyarkirin ku ji nav van girtiyan hinek jê ji dêrencekan hatine xistin û di mil, pê û bedena wan de hin cî reşûşîn bûye.
Piştî ku jinan gardiyan gilî kiri, gardiyanan di parastina xwe de gotin "Jinan hev quricandine, ji ber vê bedena wan reşûşîn bûye."
LEŞKERAN HEQARETA CINSÎ Û ÎŞKENCE KIRIN
Azîze Yakoglû ya ku dema ji Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bû, tiştên hatine serê wê bi nameyekê vegot. Yakoglû diyar kir di dema sewqê de ji aliyên leşkeran tehdîd lê hatiye kirin.
Yakoglû diyar kir dema ku ew dixistin wesayîta rîngê leşkeran heqaretên cinsî kirine û ew bi kuştinê tehdît kirine.
Yakoglû îşkenceya ku li wê hatiye kirin, wisa diyar kir:
"Pehîn li sînga min dan. Li erdê pehîn li min dan. Hin hevalên me rakirin û li erdê xistin. Bi porê me girtin û em bi erdê ve kişandin. Sîlle li me dan, hutik li zikê me xistin; piştî ku ev tişt kirin milên me bi çeprast xistin kelepçeyan û em birin kogûşan."
Yakoglû diyar kir, dema gardiyanan ew birine kogûşan vê carê jî 'robokop'an li wan dane û got dema me av xwest jî gardiyanan gotine, "Baran bibare jî em dilopek avê nadin we."
Yakoglû ragihand, ku îşkence li 15 jinên girtî jî hatine kirin ên ku di 29’ê Hezîranê de ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatine.
Yakoglû diyar kir, dema em bi Kurdî jî axivîn îşkence li me hate kirin û got ligel ku girtîgeha jinan e ji nîvî zêdetirê personelan mêr in.
Azîze Yakoglû got ku, "Ji bihîstyariyê zêdetir em dixwazin hûn li dijî îşkenceyê bin, ev tiştên hatine kirin teşhîr bikin û bibin şopdarê wê."
WAN
Şehmûs Îlhan ê ku Saziya Tipa Edlî 3 caran rapor daye wî ku "ev kes nikare di girtîgehê de bimîne" li bendê ye ku serbest were berdan. Îlhan 25 sal in di girtîgehê de ye û tendirustiya wî her ku diçe xerabtir dibe. Îlhan ji ber ku bi rîsk e nikare emeliyat bibe û li girtîgeha Tîpa T'ê ya Wanê banga bihistyariyê kir.