Îrmak: Em bibiryar in, em ê bi ser bikevin

Wekîla berê ya HDP’ê Selma Irmak a piştî berxwedana grevê ya Leyla Guven tevlî çalakiya greva birçîbûnê bû peyamek ji girtîgehê şand û got: “Em bi biryar in em ê bi ser bikevin.”

Parlementera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak a piştî çalakiya greva Hevseroka KCD’ê û Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, 12’ê Çileyê tevlî grevê bibû. Irmak li ser greva bi pêşengtiya Guvenê destpêkirî peymak şand.

Peyama Îrmak wiha ye: “Hêvî û baweriya me heye ku çalakiya bi pêşengtiya Birêz Leyla Guven destpêkir a ku moralê me bilind kir, bi coş û bibiryardarî em ê bi ser bixin. Em bi biryar in em ê bi ser bikevin. Zindanên ku berxwedan lê geş bûne, bi pêvajoyek nû wê tevneke ya berxwedanê bihûne.”