Însyatîfa Zarokên Agir bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir

Însyatîfa Zarokên Agir bîlançoya çalakiyên meha Tîrmehê ya li dijî mêtinger û êrîşkariya Tirk eşkere kir. Li gorî vê 108 cih hatine şewitandin.

Însyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk, dîsa destdirêjî û destavêtina ku bi destê dewletê tê kirin û teşfîq dike, diyar kir ku bi vê hişmendiyê re aştî nabe.

Însyatîfê ragihand ku li dijî êrîşên li ser Kurdan di nava meha Tîrmehê de bi dehan fabrîqe, cih, wesayît û qadên geştê hatine şewitandin.

Li gorî bîlançoyê di nava meha Tîrmehê de 20 fabrîqe, 33 wesayît, 12 depo, 8 avahî, 12 dikan, 15 cihên turîstî, 1 plaza, 1 keştî, 1 rawestgeha wesayîtan bi giştî 108 çalakiyên şewitandin hatine kirin.