Însyatîfa ji bo Grevên Birçîbûnê Çareseriya Wijdanî hate avakirin

Yek ji damezrênera AKP’ê Fatma Unsal Bostanci jî di nav de siyasetmedar, entelektuel, rûspî û alimên olî yên ku bi nasnameya îslamî tê zanîn Însyatîfa ji bo Grevên Birçîbûnê Çareseriya Wijdanî ava kirin.

Li Amedê encamnameya civîna bi armanca balê bikişînin ser gerevên birçîbûnê bi pêşengtiya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ku siyasetmedar, entelektuel, rûspî û alimên olî yên ku bi nasnameya îslamî tê zanîn hate lidarxistin, hate eşkerekirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk û endamên Dîwana Hevserokatiyê, yek ji damezrênera AKP’ê Fatma Unsal Bostanci, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farisogûllari, Huda Kaya, Nîmetûllah Erdogmûş, Îmam Taşçier, Salîha Aydenîz, Omer Farûk Gergerlîogûllari, Komeleya Şêx Seîd, Ilim-Der, nûnerên Partiya Mirov û Azadiyê û rûspiyan li gel entelektuelên xwedî nasnameya îslamî gelek alimên olî tevlî civînê bûn. Encamanameya civînê bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê hate eşkerekirin.

Encamname ji aliyê parlemeterê HDP’ê Farûk Gergerlioglû ve hate dayîn. Gergerlîoglû ragihand ku wan ‘Însyatîfa ji bo Grevên Birçîbûnê Çareseriya Wijdanî ‘ava kiriye.

Gergerlîoglû anî ziman ku ji çar aliyên Tirkiyeyê kes tevlî civînê bûne, anî ziman ku grevên birçîbûnê ji ber tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin û bi heman daxwazê dewam jî dike. Gergerlîoglû anî ziman ku greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kir li Tirkiyeyê bi tevlîbûna 3 hezar girtiyan û di nava welat û derveyî welat dewam dike. Gergerlîoglû got: “Greva birçîbûnê yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye. Jiyana bi hezaran kesî li holê ye. Eger pêşiya vê neyê girtin wê li pey hev agahiya mirinan bên, ev jî ji bo civaka Tirkiyeyê nayê pejirandin. Çi Kurd, Tirk, Misilman û Xiristiyan divê her beşê civakê ji bo çareseriya grevên birçîbûnê çareseriyek mayînde bibîne û pêşniyar bike.”

Gergerlîgolû anî ziman ku divê bi teqez çareseriyek ji bo grevan bê dîtin û ji bo vê jî tişta ji desta bên wê bikin û got: “Ji bo çareseriyê em hatine ba hev. Ji bo vê me biryara avakirina însyatîfê da. Navê Însyatîfê jî weke Însyatîfa ji bo Grevên Birçîbûnê Çareseriya Wijdanî hate diyarkirin.

Gergerlîgolû destnîşan kir ku însyatîfa ku bi tevlîbûna her kesî hate avakirin ji bo çareseriya grevên birçîbûnê divê pêşniyar çareseriya wijdanî hate kirin û ev hate gotin: “Banga me ji bo Tirkiye û cîhanê ye. Banga me ji bo komên bi bawerî yên cîhanê û Tirkiyeyê ne. Werin ji bo em li Tirkiyeyê çareseriyek pêk bînin, piştgiriyê bidin kesên di grevê de ku rewşa wan xirab in, destê wijdanê dirêjî wan bikin. Bang li her beşê baweriyên cîhanê dikin; Werin em bi hev re vê rewşa xirab a mirovî, çareserike wijdan û hiqûqî ji bo mirovên di grevê de ne ku dayîk bi çavekî xemgîn lê dinêrin peyda bikin. Li dijî helwesta neçareserî ya hikûmetê bang li hemû mirovahiyê dikin ku çareyek bibînin. Vê daxwaza xwe ji bo her kesê radigihînin. Banga me di serî de ji bo Wezareta Karê Diyanetê, civakên sivîl, cemaetên îslamî, komele, wexf û otorîterên dînî dikin. Bang li Navenda Papa ya Xiristaniyan, Yahûdiyan û hemû otorîterên olî dikin. Desteya rêveberiytê ya me avakirî, wê serdana hemû malbatên mirovên wan di grevê de ne bikin. Em jî wê bi lezgîn bikevin tevgerê, ramanê xwe di fermiyetê de ji bo saziyên fermî ragihînin. Bang li desthilatê jî dikin bi lezgîn çareyek ji vê mijarê re bibînin. Soza ku hêza me heye em ê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê kar bikin didin.”