Însiyatîfa Zarokên Êgir mehekê 88 çalakî kir

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku di nava meha Hezîranê de avahiya walîtiyê, 23 febrîqe û 38 wesayit di nav de herî kêm li 88 deveran çalakî kirine.

Însiyatîfa Zarokên Êgir bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Hezîranê ya çalakiyên xwe eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gelek bajaran bi dehan çalakiyên şewitandinê hatine lidarxistin.

Li gorî bîlançoyê 23 febrîqe, 38 wesayit, 2 qadên tûrîstî, 7 kargeh, avahiyeke walîtiyê, şantiyeyeke şaredariyê, du lojmanên leşkerî, bendergehek, otoparkek, keştiyek û dibistanek di nav de 88 çalakiyên şewitandinê hatine lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî li bajarên Balikesîr, Sakarya, Stenbol, Îzmîr, Bûrsa, Edene, Antalya, Kocaelî, Dîlok, Ankara, Trabzon, Manîsa, Denîzlî, Mûgla, Sparta, Konya û Çanakkaleyê hatine kirin.