Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê çalakî li dar xist

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ji bo bîranîna şehîdan li Stenbolê wesayitên faşîstan şewitand.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo bîranîna Zîlan, Gulan û Sema Yuce wan li Stenbolê du çalakiyên cuda kirine.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser çalakiyan wiha ne:

"Êvara 27'ê Hezîranê li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê 4 wesayitên hevkarên AKP-MHP'ê hatin şewitandin.

Êvara 28'ê Hezîranê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê pankarta bi bombe hate daliqandin û rê bi saetan li trafîkê hate girtin. Hêzên dewletê yên hatin cihê bûyerê bi saetan tax dorpêç kirin.

Yekîneyên me piştî çalakiyan bi rengekî ewle ji herêmê derketin."