Înîsîyatîfa Soderhamnê bi Wezareta Karê Derve ya Swêdê re rûnişt
Înîsîyatîfa Soderhamnê ya Ji bo Aştî û Azadiya li Kurdistanê bi rayedarên Wezareta Karê Derve ya Swêdê re rûniştin.
Înîsîyatîfa Soderhamnê ya Ji bo Aştî û Azadiya li Kurdistanê bi rayedarên Wezareta Karê Derve ya Swêdê re rûniştin.
Rayedarên Înîsîyatîfa Soderhamnê ya ku Aştî û Azadiya li Kurdistanê çûn Stockholmê û bi rayedarên Wezareta Karê Derve re rûniştin.
Li ser navê înîsîyatîfê Benney Gûstafson diyar kir ku hevdîtina wan baş derbas bûye.
Li navçeya Soderhamê şaredarên berê, endamên meclîsa şaredariyê, hunermend, nivîskar û rêveberên civaka sivîl jî tê de, nêzî 50 kesan ji bo piştgiriya gelê Kurd Înîsîyatîfa Soderhamnê ya Ji Bo Aştî û Azadiya li Kurdistanê ava kiribûn.
Înîsîyatîfê name ji Wezîra Karê Derve ya Swêdê re nivîsandibû û xwestibû li hemberî êrîşên Erdogan bila helwesta xwe diyar bike.
Wallstorm jî di nameya xwe de diyar kiribû ku ew geşedanên li Tirkiyeyê dişopîne û di hevdîtinên bi rayedarên Tirkiyeyê de wan fikarên Swêdê anîne rojevê.
Piştî nameyê Wezareta Karê Derve ya Swêdê name ji Înîsîyatîfa Soderhamnê re şand û ew vexwendin Stockholmê.
Li ser navê înîsîyatîfê Benny Gûstaffson û Marîanna Erîksson bi şêwirmenda wezîrê karê derve Magnûs Nîllson û bi berpirsê Rojhilata Navîn Johanna Nîlsson re civiyan.
JI BER TIŞTÊN KU ME QAL KIR, EW MAT MAN
Gûstaffson diyar kir ku wan geşedanên li Bakurê Kurdistanê û Rojava anîne rojevê û got ku “Şaredariya Soderhamnê ji sala 2007’an û vir ve şaredariya heval a Nisêbînê ye lê piştî pêvajoya aştiyê Nisêbîn, Sûr, Cizîr û bajarên din ên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk hatine wêrankirin. Me wêneyên wêrankirinê nîşanî wan de.”
Gûstaffson diyar kir ku wan meseleya ku PKK di nav lîsteya ‘terorê’ de ye aniye rojevê û got ku “Min ji rayedaran re got, hûn a niha bi du ‘terorîstan’ re rûniştine. Ji ber ku ez û Marîaana em piştgiriyê didin PKK’ê.”
Di civînê de hate diyarkirin ku heke hikumeta Swêdê û welatên Ewropayê bi awayekî fermî Rojava nas bikin wê dewleta Tirk newêribe êrîşî Rojava bike.
DIVÊ SWÊD ALÎKARIYAN YEKSER BIŞÎNE ROJAVA
Gûstaffson diyar kir ku alîkariyên ji Sûriyeyê re tên kirin, nagihêjin Rojava û got ku “Alîkariyên ku bi rêya Xaça Sor tên şandin, didin Kizilaya Tirkiyeyê. Gelê li Rojava nikarin sûdê ji alîkariyan werbigirin. Em dixwazin Swêd alîkariyan yekser bişîne ji Rojava re.”
Gûstaffon diyar kir ku di hevdîtinê de derketiye holê rayedarên hikumeta Swêdê haya wan baş ji Kurdistanê tune û ji ber vê jî xwestine diyalog û hevdîtin bidome.
XWENDEKARÊN DIBISTANA SERETAYÎ 13 HEZAR KRON ALÎKARI JI ROJAVA RE ŞAND
Xwendekarên Dibistana Vagbro ya Soderhamnê ji bo piştgiriya xwendekarên li Kobanê kampanya dabûn destpêkirin. Di vê kampanyayê de 13 hezar û 300 kron alîkarî hate berhevkirin û ev alîkarî wê ji Rojava re were şandin.