Înce û Kiliçdaroglû li ber hev rabûn

Namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê Muharrem Înce ji Kemal Kiliçdaroglu re got, ‘’Kombûna Giştî bicivîne, min ji bo Seroktiya Giştî nîşan bide. Tu jî bibe Serokê Komê û Rûmetê’’. Kiliçdaroglû jî got, ‘"Ev nenazikiya siyasî ye."

Namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê Muharrem Înce Duşemê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re rûnişt. Înce li ser navêroka rûniştinê got, ‘’Hêja Kiliçdaroglu ti teklîfek neda min. Lê min teklîfek dayê’’ û domand, ‘’Min jê re gotiyê, dikarî kombûna giştî bînî ser hev û min ji bo seroktiyê nîşan bidî. Ez bibim Serokê Giştî, tu jî bibe Serokê Komê û Rûmetê. Ez ê bi te re pêşbirkê nekim, ji bo kombûna giştî îmzeyan nedim ser hev. ‘’

Li ser van gotinên Înce, Kiliçdaroglû got, ‘’Em ji bo xwarinekê hatin cem hev. Ji edetê derxistina vê nenazikiya siyasî ye.’’

Berdevkê CHP’ê Bulent Tezcan jî got, ‘’kombûna giştî ya derasayî ne di rojeva me de ye’’.