ÎHD: Tecrîd aniha divê were rakirin

Komîsyona Girtîgehê ya Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê bal kişande ser berbelavbûna grevên birçîbûnê û xwest ku tecrîd vê gavê rabe.

Komîsyona Girtîgehehan a Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkilî grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Herêma Marmarayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li hêwana daxuyaniyê pankarta bi nivîsa ''Bila tecrîd were rakriin! Bila kes nemire'' hate daleqandin.

Endama Komîsyonê Hatîce Oran bal kişande ser berxwedana Leyla Guven û gott ''Bi daxwazên Guven îro li gelek girtîgehan gelek girtî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikin. Sedema greva birçîbûnê tecrîd e.''

'LI IMRALYÊ TECRÎDEKE GIRAN, DERMIROVÎ HEYE'

Onaran got li Imraliyê tecrîdeke giran heye û domand, ''Li Imraliyê tecrîdeke giran a bi kêfî tê danîn. Weke ku di çapemeniyê de jî tê dîtin nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Ev tecrîd dehbetiya hiqûqî ye û dij mirovî ye.''

Onaran her wiha got,''Bila tecrîd rabe û kese nemire'' û xwest ku pêdiviya avê, şekir, xwê û vîtamîna B1 were dayin. Onaran her wiha xwest ku dawî li her cure tecrîdê were, bang li rayedaran kir ku gav were avêtin.

'MAFÊ GIRTIYÊN KU DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE TÊNE BINPÊKIRIN'
Piştre endama Komîsyonê Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak axivî û got, li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê ji 200 kesî zêdetir girtî di greva birçîbûnê de ne û li Marmayê hijmara girtiyên di grevê de zêde ye.

Boztoprak got girtiyên ku di greva birçîbûnê de bi girtiyên din re têne hiştin û got, ''Ev binpêkirina mafan e. Jiber ku pêdiviya wan pê heye ku hin kes li wan binerin.