ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş pirsgirêkeke însanî ye
Serokê ÎHD'ê yê Edeneyê Ongor got, divê rewşa girtiyên nexweş ne li gorî bi mewzûata siyasî ya jî bazariya siyasî bê nirxandin, pêwîste nêzîkatiyeke wijdanî û însanî were nîşandan.
Serokê ÎHD'ê yê Edeneyê Ongor got, divê rewşa girtiyên nexweş ne li gorî bi mewzûata siyasî ya jî bazariya siyasî bê nirxandin, pêwîste nêzîkatiyeke wijdanî û însanî were nîşandan.
Serokê Şaxê Edeneyê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îlhan Ongor li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên Tarsûs, Osmaniye û Kurkçuler ên herêma Çûkûroavayê axivî.
GELEK SERLÊDAN CIDÎ TÊN KIRIN
Ongor diyar kir, li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên li Çûkûrovayê dema dawî gelek serlêdanên cidî li wan hatine kirin û got, "Tevî komîsyona xwe ya girtîgehan û hevalên xwe yên parêzer, ji bo tespîtkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan em hewl didin. Em raporan amade dikin, hewl didin bala raya giştî bikişînin ser mijarê û saziyan bixin nava liv û tevgerê."
KIRYARÊN KU LI DIJÎ RÛMETA MIROVAN E
Ongor anî ziman ku bi taybetî bi Rewşa Awarte û piştî wê re binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan zêde bûye û wiha pê daket: "Kiryarên ku li rûmeta mirovan nayê, tên kirin. Pêşî li mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş tê girtin, ya jî bi rengekî kelepçekirî dibin tedawiyê. Girtiyên ku bi nexweşiyên gelekî giran in, divê bibin nexweşxaneyên mezin, lê tenê dermanan didin wan. Nameyên ku ji girtiyan re tên, gelek caran tên desteserkirin. Dema ku îtiraz li vê yekê tê kirin, cezayê dîsîplînê tê birîn. Xwarina ku didin girtiyan hem ne bi kalîte ye, hem jî ne paqij e. Wekî din, me bihîst ku girtiyên xwedî nêrînên cuda yên siyasî heman rojê û heman saetan derdixînin hevdîtinê û li cihên ku gelekî nêzî hev in tên hiştin. Di çarçoveya mafên civakî de, divê hefteyê 10 saetan girtiyan derxînin hewşê, lê 15 rojan carekê ji bo saetekê derdixînin."
BI XEMSARÎ NÊZÎ DAXWAZAN DIBIN
Ongor diyar kir, wan raporên xwe yên li ser mijarê dane Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, partiyên siyasî û komîsyonên girtîgehan ên saziyên civaka sivîl û ji bo hevdîtinê serî li dozgeriya girtîgehên li herêmê daye. Ongor got, "Ji bo dawî li binpêkirina mafên mirovan bê, em hewl didin. Lê belê tevî hemû hewldanan jî bi xemsarî nêzî daxwazên me dibin. Pirsgirêka girtiyên nexweş pirsgirêkeke giran e. Divê rewşa girtiyên nexweş ne li gorî bi mewzûata siyasî ya jî bazariya siyasî bê nirxandin, pêwîste nêzîkatiyeke wijdanî û însanî were nîşandan."