ÎHD: Li Îmraliyê tecrîd didome

Li gorî Rapora Binpêkirina li Girtîgehan a 2020'an a ÎHD'ê li girtîgehan 182 girtiyan serlêdana 'binpêkirina mafan' kirnie. ÎHD'ê her wiha diyar kir li Girtîgeha Îmraliyê jî ji mêj ve ye tecrîd bi rêbaza êşkenceyê didome.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rapora Binpêkirina li Girtîgehan a sala 2020'an bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re par ve kir. Di daxuyaniya çapemeniyê de ya li Navenda Giştî ya ÎHD'ê, Hevserokê Giştî yê Komeleyê Ozturk Turkdogan got sala 2020'an ji girtiyan 266 name hatine û 54 serlêdan çêbûne. Turkdogan got tevahiya salê 182 gritî bi mijarên cuda serlêdan kirine ku maf hatine binpêkirin û diyar kir têkilî serlêdanan bi Wezareta Dadê û Kontrolkariya Cameweriyê re hevdîtin kirine.

Turkdogan her wiha diyar kir dema hêla koronayê 17 kes bi hinceta hêla Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.

Turkdogan bi bîr xist bêyî îstîsna parastina mafê jiyanê û tendiristiyê ya hemû girtiyan bi berpirsyariya dewletê ye û diyar kir li gorî raporên gelek rêxistinên mafê mirovan mafê agahdarbûnê, jiyanê, azadî û ewlehiyê, qedexeya êşkenceyê, ya cihêkariyê, mafê xwegihandina tendiristiyê, xebatê, ewlehiya sosyal, azadiya ramanê, kombûna bi aştî, perwerdehiyê hatin binpêkirin.

Turkdogan bal kişande ser rewşa berdana girtiyên nexweş û got, bi hêla koronayê re ev zêdetir xuyanî bûye û got, ''Bi qasî ku komeleya me tespît kiriye li gritîgehên Tirkiyê 604 jê rewşa wan giran bi giştî 1605 girtiyên bi nexweşên girna hene. Em dixwazin diyar bikin ev hijmar dibe ku zêdetir jî be.''

Turkdogan grêva birçîbûnê ya li zindanan jî destnîşan kir û got, ''Ji bo taloke neyê ser girtiyên ku li girtîgehan di grêva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne, divê saziyên têkildar binpêkirna mafan bidawî bikin û ji bo ku tecrîd rabe demidlest divê gavan bavêjin.''

Têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Turkdogan bal kişande ser tecrîda li Imraliyê û got, ''Li girtîgehên Tirkiyê tecrîd bi rêbazên cihê didome. Di serî de li Girtîgeha Imraliyê ji mêj ve ye tecrîda giran û îzolasyon di nav de li gelek girtîgehan tecrîd weke rêbaza cezakirinê sazkar e. Li Girtîgehên Tirkiyê ji mêj ve ye binpêkirina mafan heye û ev hatiye halekî domdar. ''

Ozturk herî dawî got, ''Li Tirkiyê çareya vê krîza bêdadiyê encex bi guherînên radîkal ên rêziknameya cezayê dikare pêk were. Hewce ye ku ev guherîn bi nirxên peymanên navnetewî ku Tirkiyê jî îmze kirine, bi biryar û rêziknameyên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, mafê mirovan ê gerdûnî re levhatî bin.''