ÎHD: Li girtîgeha Tekîrdagê zext zêde dibin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê bal kişand ser zextên li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F û diyar kir ku ev zext êdî bûne êşkence.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê bal kişand ser zextên li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F û diyar kir ku ev zext êdî bûne êşkence.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê têkildarî Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa Fyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev zext hatin rêzkirin:
*Hucreyên hin girtiyan bêyî daxwaza wan hate belavkirin
*Radyoyên girtiyan hatine komkirin, gotine wê bidin wan lê hê radyo nedane girtiyan.
*Beroş hatine komkirin û ji girtiyan re gotine divê hûn yên naylon ji kantînê bikirin.
*Êrîşên li ser girtiyan didome û herî dawîn Hidir Bakir ji aliyê gardiyanan hatiye derbkirin û ew avêtine odeya bi sînger.
*Çalakiyên sporê û yên wekî wê hatine qedexekirin.
*Dîsa kamera xistine hucre û hewşê.
*Hewş ji kêfî hatiye girtin. Sermesele di saet 08.00’an de vedibe lê piştî saetek, du saetan tê girtin. Carinan ên hemû hucreyan tê girtin, carinan jî yên hinekan. Li gorî kêfa gardiyanan diguhere.
*Girtî nikarin têkiliyê bi îdareyê re deynin.
*Daxwaznameyên girtiyan nagihêjin cihê xwe û tên windakirin.
*Di sewqên nexweşxane û dadgehan de cil û berg û atlêt tên kontrolkirin. Naxwazin li ser cil û bergên girtiyan nivîs hebe û ji girtiyan dixwazin ku atlêtê xwe nîşanî kamerayê bidin. Girtiyên ku vî tiştî qebûl nakin, sewqa wan a ji bo dadgeh û nexweşxaneyê nayê qebûlkirin. Sermesele girtiyê nexweş ê bi navê Hasan Gulbahar ji ber vî tiştî sewqa wî nayê kirin.
*Ji derve pirtûk û kovar nayên qebûlkirin.
*Mafê sohbetê ji aliyê îdareyê ve ji du mehan carekê, hefteyê 3 saet hatiye diyarkirin. Lê îdare hucreyên ku wê bi hev re sohbetê bikin, diyar dike û ev jî dibe sedema aloziyan. Ji ber vê jî mafê sohbetê ji aliyê îdareyê ve hatiye rakirin û girtî nikarin derkevin sohbetê.