ÎHD: Ewlehiya canî ya tu kesî nîne!
ÎHD têkildarî gefên kuştinê yên Suleyman Soylû daxuyanî da û wiha got; “Em di şexê Suleyman Soylu de bi polîtîkaya hikûmetê ya nû re rû bi rû ne. Ewlehiya canî ya tu kesî nîne.”
ÎHD têkildarî gefên kuştinê yên Suleyman Soylû daxuyanî da û wiha got; “Em di şexê Suleyman Soylu de bi polîtîkaya hikûmetê ya nû re rû bi rû ne. Ewlehiya canî ya tu kesî nîne.”
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di derbarê gefên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Bûldan xwar û rêveberên CHP'ê kirin hedefa xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.
ÎHD'ê, bi ser navê “Daxuyaniya mecbûrî ya di derbarê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû" daxuyanî da û wiha got: "Daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu hem beriya hilbijartinê û hem jî piştî hilbijartinê daxuyanî dan û gef xwarin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bi awayekî ku dizane Wezîrê Karên Hundir e û wezaretê dide pişta xwe û van daxuyanî û gefan dixwe. Hedef nîşan dide. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
ÎHD’ê ragihand ku heta niha hikûmet û partiwa wê ev helwest rexne nekiriye û li hemberî vê yekê bêdeng maye û wiha didome; “Bi vê bêdengiyê piştgiri daye van daxuyani û gefan. Ji ber vê yekê di şexsê Suleyman Soylu de em bi polîtîkaya hikûmetê ya nû re rû bi rû ne.
‘EM Ê DI HER ŞERT Û MERCAN DE MAF Û AZADIYÊ BIPARÊZIN’
ÎHD'ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku ewlehiya canê tu kesî tune û ev daxuyanî polîtîkayên hikûmetê nîşan dide. Li Tirkiye wezîrê karên hundir wekî rêxistina sûc daxuyaniyê diden. Li ser van gefan ewlehî tune. Li Tirkiye dozger raste rast van kesan diparêze.
Em ê her dem mafê mirovan biparêzin û jibo vê yekê tebikoşin. Em ê her dem mafê gerdûnî û pîvanên gerdûnî yên mafen mirovan biparêzin.”