Îfadeya 12 DBP’yiyên li Wanê hatibûn binçavkirin bi dawî bû

Îfadeya 12 siyasetmedarên li Wanê hatibûn binçavkirin bi dawî bûn.

Îfadeya dozgeriyê ya 12 kesên ku di encama serdegirtina polîsên tîmên taybet ên 11’yê Gulanê li ser avahiya Partiya Herêmên Demokratîk a navçeya Îpekyolû ya Wanê û malan de hatibû binçavkirin li Edliyeya Wanê bi dawî bû.

Piştî îfadeya dozgeriyê û şûnde Ozgur Bûlût hate berdan 11 siyasetmedar sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji yên sewqî dadgehê hatin kirin; hevserokê DBP’ê yê bajrê Ahemt Aygûn, Rêveberê DBP’ê yê bajêr Necmî Varhan, Berdevkê KCD ê Wanê Ramazan Dûman, endama DBP’ê ya Meclîsa Jinan Miyaser Çelîk, Hevseroka Berê ya TÛYAD-DER a Wanê Aynûr Bagiş, endamê PM’yê Meclîsa DBP’ê Bariş Koyûn û Hevserokê DBP’ê yê berê yê Îpekyolûyê Alaatîn Doghan, Rêveberê DBP’ê yê Bajêr Îlyas Başak bi daxwaza girtinê sewqî dadgahê hatin kirin.

Endamê PM’yê DBPê Serhat Yarûk, Endama DBP’ê ya Meclîsa Jinê Dersim Ak, hevseroka Komeleya Rojava ya bi BHQ’ê hate girtin û Hevberdevka DTK’ê ya Wanê Şengûl ozdemîr jî bi şertê kontrola edlî ji bo berdanê sewqî dadgehê hatinkirin.