Îdiaya ku ‘nûçegihanê Siûd bi teqezî hatiye kuştin’

Serokê Komeleya Medyaya Tirk Ereb Turan Kişlakçi got nûçegihanê Siûd Cemal Kaşikçi ku piştî ketî Sefaretxaneya Siûd careke dî agahî jê nehatî girtin, bi teqezî hatiye kuştin.

Kişlakçi hate ber Sefaretxaneya Siûd, bersiv da pirsên nûçegihanan û got, ‘’Li gorî agahiyên ku hatin ber destê me, hatiye kuştin. Ev teqez e’’.

Kişlakçi li ser pirsa ev agahî ji kû standine, got, ‘’Li ser vê mijarê rayedaran gotine me, hatiye kuştin’’.

Kişlakçi her wiha li ser pirsa, ‘’li avahiya sefaretxaneyê hatiye kuştin?’’ got, ‘’Li gorî agahiyan ku dane li avahiya sefaretxaneyê hatiye kuştin. Agahiyên berfireh an îro an jî sibe wê werin parvekirin.’’