Îdîaya ku ‘balafirên Iraqê çeperên PKK’ê bombe kiriye’ ne rast e
Di hin weşanên nêzî PDK’ê de hate gotin ku balefirên şer ên Iraqê li Şengalê ‘çeperên PKK’ê’ bombe kiriye. Şêniyên Şengalê diyar kirin ku ev îddîa ne rast e.
Di hin weşanên nêzî PDK’ê de hate gotin ku balefirên şer ên Iraqê li Şengalê ‘çeperên PKK’ê’ bombe kiriye. Şêniyên Şengalê diyar kirin ku ev îddîa ne rast e.
Îddîaya ku li Şengalê balefirên şer ên Iraqê ‘çeperên PKK’ê’ bombe kiriye ji aliyê K24’ê hate kirin. Di nûçeyê de hatibû îddîakirin ku çavkaniyên nêzî PKK’ê jî ev bomberdûmankirina hewayî ya balefirên Iraqê piştrast kirine.
Li gorî K24’ê 8 balefirên şer ên rêveberiya Bexdayê roja Duşemê saet di 16.30’an de li herêma Gelî Kersî yê Şengalê ‘çeperên PKK’ê’ bombe kiriye.
Menûr Şahdî yê ku şêniyê Gelî Kersî ye, ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku îddîaya êrîşên hewayî yên li dijî gerîlayan ne rast e. Şahdî diyar kir ku gerîlayên HPG’ê beriya ku ji Şengalê vekişin jî ne li Gelî Kersî bûn.
Şahdî berxwedana gerîlayan a li dijî DAÎŞ’ê ya li Şengalê bi bîr xist û got ku, “Niha rêveberiya Başûrê Kurdistanê di serî de hêzên li herêmê ji dêvila ku ji bo berxwedana gerîlayan a li dijî DAÎŞ’ê pîroz bikin, ji ser hikumeta Iraqê dixwazin wisa bidin nîşandan ku gerîlayên PKK’ê hê jî li herêmê ne. Jixwe beriya ku gerîla ji Şengalê vekişe jî ne li herêma Gelî Kersî bûn. Ji ber vê jî vê îddîaya ku balefirên Iraqê li çeperên PKK’ê daye, ne rast e.”
Gerîlayên HPG û YJA STARÊ di serê meha Nîsanê de ji Şengalê vekişiyabûn. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di meha Adarê de daxuyanî dabû û gotibû ku, “Şertên 3’ê Tebaxa 2014’an ji holê rabûye” û bal kişandibû ser vî tiştî ku Êzidî êdî civakeke rêxistinkirî ne. KCK’ê diyar kiribû ku li Şengal û derdora wê ewlehî pêk hatiye û ji ber vê jî hêzên gerîlayan ew ê bi paş ve vekişin.
Gerîla di 3’ê Tebaxa 2014’an de çûbûn Şengalê û bi deh hezaran kes ji êrîşên DAÎŞ’ê rizgar kiribûn. Berxwedana li hemberî çeteyan û vê mudaxeleya mirovî ketibû rojeva hemû cîhanê.