Îdîanameya ji çalakiyên hilbijartî

Sekretera Jinê ya Navenda Egîtim Senê Derya Yulcu got helwest û biryarên Egîtîm Senê têne piştguhkirin û ji bo endamtiya 'rêxistinê' çalakî û bername têne berevajîkirin.

Sekretera Jinê ya Naveda  Egîtim Senê Derya Yulcu diyar kir îdîanameya bi îdîaya 'endamtiya rêxistina terorê' derheqê wê hatî hazirkirin îdîanameyeke bi zorê hatiye danîn û diyar kir ji daxuyaniyên çapemeniyê yên ku ew tevlê bûye, yên têkilî pirsa Kurd hatine hilbijartin.

Yulcu 15'ê Tebaxê hatibû girtin û piştî îtîrazan hatibû berdan. Yulcu got bi temamî bi kêfî hatibû girtin û diyar kir wê ti mane nedaye biryara girtinê û destgîrkirina bi operasyonê.  Yulcu got, ''Ji 2011'an bîranîna Komkujiya Roboskê heta 2016'an hemû çalakî û bernameyên sendîkayê rêz kirine û hewl dane ku endamtiya rêxistinê jê ava bikin. Em diçine gelek çalakî û bernameyan lê daxuyaniyên hilbijartî li ber me hatine danîn. Mînak, ji min pirsîn bê ka çima tevlî bîranîna Komkujiya Roboskê bûme.

Yulcu diyar kir ji çalakiyên ku di îdîanameyê de cih girtine zêdetir tevlî çalakiyan bûye û got, ''Bi rêya demokratîk û aştiyê çareserkirina meseleya Kurd, perwerdehiya bi zimanê dayikê, rakirina 'sonda me', daxuyaniyên ji bo ku Komkujiya 10'ê Cotmehê di dosyayê de hatine bicihikirin. Ji bo ku çalakî û bernameyên ku em tevlê bûne zêde ne, ji bo ku Daraza Bilind biryar li ser daye ku endamtiya rêxistinê jê ava bike, zor li rewşê hatiye kirin.''

BI ZANEBÛN BEREVAJÎ DIKIN

Yulcu got dixwazin nerînekê çêbikin, helwest û biryarên Egîtim Senê piştguh dikin û got, ''Ne weke ku li gorî biryarên sendîkaya me lê weke ku em xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çand a Mezopotamyayê bi cih tînin, nîşan didin. Em mafê mirovan, mafê jinan, mafê hawîrdorê diparêzin. Em ji bo  cîhaneke bêyî şer, bêyî çîn, bêyî kedxwarî, ji bo cîhaneke bêyî sînor têdikoşin.  Ji ber vê zextê li ser me dikin.''

AKP NEMA DIKARE RÊ VE BIBE

Yulcu bal kişande ser ku AKP êdî nema dikare rê ve bibe û got, ''Tiştekî ku AKP bide siberoja me, zarokên me, jinan nîne û tiştekî ku bibêje jî. Êrîşê bi ser heqên heyî de tînin, ji ber ku nikarin rê ve biin.  Aborî têk çûye, weknehevî giran bûye, mafên camewerî tine kirine. Sedema zêdebûna rageşiyê ev e. Krîza heyî dixwazin bi zextan û kirinên antîdemokratîk biçewisînin. Di vir de giringiya têkoşîna rêxistinî bêhtir derdikeve pêş. Bes bila em bixwazin û wêrek bin. Bi teqezî wê biguhere.''