Îbrahîm Kalin li bazirganiya îllegal a bi Îranê re mikur hat
Berdevkê Serokkomariya Tirk Îbrahîm Kalin ji Fransa 24 re axivî û li bazirganiya îllegal a bi Îranê re mikur hat.
Berdevkê Serokkomariya Tirk Îbrahîm Kalin ji Fransa 24 re axivî û li bazirganiya îllegal a bi Îranê re mikur hat.
Kalin li ser pirsa Reza Zarrab got "doz siyasî ye."
Kalin li ser pirsa, "Ev îdîayeke pir cidî ye. Hûn dibêjin pergala dadmendiyê ya DYA'yê serokkomarê we ji xwe re kiriye hedef?" wiha li xwe mikur hat:
"Me tim ev got. Dozeke bi motîvasyona xurt a siyasî ye. Em girêdayî wê enerjiyê ne ku ji der ve distînin, di dema pêkirinan de diviya me bi Îranê re ev bazirganî bikira. Me got em ê neçar bimînin ku bi rêyên din vê biceribînin. Benqeyên me, wezîrê me yê aboriyê ketin nav vî karî. DYA'yî bi vê dizanin. Niha piştî bi 3-4 salan doza ku beriya niha Guleniyan li Tirkiyê anîn rojevê û hatibû redkirin derdixin pêşberî me. Niha heman sûcdariyan dikin û heman darizandin li DYA'yê dibe."
Ji bo Reza Zarrab ku ji Adara 2016'an ve li DYA'yê girtî ye 90 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Zarrab bi wê tê tawanbarkirin ku pêkirinên li ser Îranê yên DYA'yê bi rêyên derqanûnî binpê kiriye, saziyên Amerîkayê xapandiye û pereyên ne yasayî şofandiye.
Tê payin ku doz hefteya were piştî hilbijartina jûriyê dest pê bike. Di dosyaya dozê de navê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî heye.