Êzîdiyên gundên Reşkotan li hev rûniştin

Êzîdiyên gundên Reşkotanê li bajarê Weselê yê Elmanyayê li hev rûniştin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan heyetek ava kirin.

Êzîdiyên 5 gundên Bişêriyê (Reşkotan)ê 28'ê Kanûnê li bajarê Weselê yê Elmanyayê li hev rûniştin û şandeyek ava kirin.

Êzîdiyên gundên Kelhokê, Inapê, Korixê, Hecrê û Texeriyê yên Bişêriyê (Reşkotanê) ji bo avakirina yekhelwestî û tifaqê li hev rûniştin.

Li ser navê Heyeta Gundên Êzîdiyên Reşkotanê biryarên ku hatine standin wiha ne:

''1- Bê tifaq û bê yekîtî ne veger, ne avakirin û ne jî xwedîderketina cih û warê me, gund û axa me ne hêsan e.

2 - Çareseriya pirsgirêkan em li ser esasê pêwendî, danûstandin û mûzakereyan dibînîn û hemû rêbazên dijberiyê û zordariyê red dikin.

3- Berê me wê li welatê me be, veger û avakirina gundên me ji bo me armancek esas û stratejîk e.

4- Prensiba me a bingehîn ji bo hemû gelên herêmê, rengên civakê û baweriya wan di nava aramiyê de hev hembêz bikin, li hev bikin û xweşbînî bin û heman helwestê ji hemû derdora daxwaz dike ku ji nirxên civaka me re rêzê bigirin.

Di civînê de weke encama sereke avakirina heyeta çareseriyê û tifaqê ji 18 kesayetên ji her 5 gundan hate destnişankirin. Ev heyet wê weke mekanîzmaya diyalog û çareserîyê karibe xwe berfirehtir û zêdetir bie ,şandeyan bişînê welat û ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê rû dane û pêşigirtina aloziyên nû bi hemû derdorên pêwendîdar re diyalog û hevditina bi pêş bixîne.''