Êşkenceya li zindanan: Ji bo kemoterapiyê destûr nayê dayin

Li Ozbay 36 sal cezayê muebbetê hatiye birîn. Ji sala 1997'an û vir ve girtî ye. Ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê gelek nexweşî lê der bûne.

Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya Tirk zêdeyî 240 hezar girtî û hikumxwar li girtîgehên Tirkiyeyê hene. Li gorî rapora komîsyona girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 1154 girtî nexweş in û nexweşiya 400'î ji wan giran e. Ev hejmar jî roj bi roj zêde dibe.

Fatma Ozbay yek ji van girtiyan e. Li Ozbay 36 sal cezayê muebbetê hatiye birîn. Ji sala 1997'an û vir ve girtî ye. Ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê gelek nexweşî lê der bûne. Gulana 2018'an eşkere bû ku kansera pêsîrê li Ozbay rû daye û ew emeliyat kirin. Piştî emeliyatê divê bi rêk û pêk kemoterapî lê were kirin. Lê belê rêveberiya girtîgehê nahêle.

Ozbay ji malbata xwe re got ku doktor piştî emeliyatê telîmat daye ku divê kemoterapî lê were kirin, lê belê rêveberiya girtîgehê wê nabe nexweşxaneyê. Ozbay diyar kir, rêveberiya girtîgehê zane ku divê ew li cihekî paqij bê hiştin û xwarin jî li gorî vê yekê jê re bê dayin, lê belê van daxwazan bi cih nîne.

Fatma Ozbay serî li ÎHD'ê da û ev daxwazên xwe anî ziman:

- Bila li Beşa Onkolojî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Ataturk a li Erzîromê tavilê pêvajoya kemoterapî dest pê bike,

- Derfet bê dayin ku li girtîgehê li cihekî paqij bimîne,

- Heta ku tedawî biqede, cezayê lê hatiye birîn were taloqkirin.

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA