Êşkenceya li ser girtiyan

HDP’ê, bal kişand li ser rewşa 1154 nexweşên giran û di derheqê mijarê de pêşniyar pirsek da.

Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, rewşa girtiyên nexweşiya giran bi pêşniyarpirsekê anî rojeva meclîsê.

Beştaşê, ji bo ku rewşa girtiyan bê lêkolînkirin û şert û mercên tedawîkirina wan bê pêkanîn, pêşniyarpirseke lêkolînê pêşkêşî serokê meclîsê kir.

SEWK BÛNE ÊŞKENCE

Beştaşê, di pêşniyarpirsê de destnîşan kir ku hikumet ne nade ber çareserkirina pirsgirêkê û niha di zindanê de 1154 nexweşên giran hene.

Beştaşê anî ziman ku gelek girtî rastî tedawiya şaş hatine, yan jî qet nayên tedawîkirin. Nexweşên ku ji bo nexweşxaneyê tên sewkirin jî heta êvarê di rîngê de tên hiştin û ev jî cureyekî êşkencê ye.