Êşkence li girtiyên hejmara 9  a Silîvriyê tê kirin

Derket holê ku li Girtîgeha Sîlîvrî ya hejmara 9’an, êşkence li girtiyên ku pêkanînên li girtîgehê protesto dikirin, tê kirin.

Pêkanînên derhiqûqî yên li Girtîgeha Sîlîvrî ya 9’an, êrîşên li ser girtiyên siyasî bê navber dewam dikin. Girtiyên ku li dij binpêkirinên mafan protesto dikirin, ji aliyê geradiyanan ve her tim tên êşkencekirin. Ev êşkence bi nameya Salih Kazan şandî derket holê.

‘ASTA ŞIDETÊ DIJWAR BÛYE’

Kazan di nameya şandî de destnîşan kir ku piştî qedexekirina pirtûk, rojname û gotûbêjan û şûnde, bi taybet piştî tecrîdkirina Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û Îsmalîl Akkol û Gulten Matûr û şûnde çalakiyên rûniştinên yên li bêhnvedanan bûye sedemê êşkenceyên ji aliyê rêveberiyê ve. Kaza bibîr xist ku ji meha Tîrmehê û şûn ve asta şidetê dijwar bûye, gardiyanên ku tavêjin ser qawîşan êrşkenceyan li girtiyan dikin. Kazan da xuyakirin ku ji ber êşkenceyê Alîşan Gul, Onur Gul, Alî Yilmaz, Alîcan Toptaş, Olcay Abalay, Riza Ozçolak, Mûrat Dogan û Yilmaz Vîranner gelek deverên wan şikestine. Di êrîşê de lêva Olcay Abalay bi xwîn bûye û erzinka Riza Ozçolak birîn bûye û 6 qeyd lê hatiye dayîn.

BI ÊRÎŞÊ BÊHNA WAN VENEBÛ, CEZA DIKIN!

Kazan bibîr xist ku bi êrîşan bêhna wan nayê der, cezayê disiplînê tê dayîn, li ser wê cezeyê hevdîtin, peywendî û hucreyê didin. Salih Kazan wiha dewam kir: “Bila ev baş bê famkirin ku em ji bo mafê xwe biparêzin li ber xwe didin, her carê heqaret, dijûn û êşkence li me tê kirin. Me rê nadin ku mafê me yên ku bi berdêlên mezin hatine avakirin, bê xestpkirin.”