Êşkence li girtiyê siyasî Muslum Gonul tê kirin

Girtiyê siyasî Muslum Gonul li Girtîgeha Sîlîvriyê êşkence lê tê kirin. Malbata wî diyar kir ku ewlehiya can a Muslum Gonul tine.

Ji ber êşkenceya li ser girtiyê siyasî yê di Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvrîyê de ye, malbata wî li Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê daxuyaniyek da. Malbata Gonul tevlî daxuyaniyên bûn.

Di daxuyaniyê de nameya Muslum Gonul hate xwendin. Di nameyê de hate diyarkirin ku gardiyanê bi navê Orhan Yilmaz êşkenceyeke sîstematîk li wî dike û herî dawîn di 22’ê Tîrmehê de dema ku ji hevdîtinê derketiye, heqaretên giran lê hatine kirin.

DIYA WÎ: HEKE ÊŞKENCE BIDOME EZ Ê DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIM

Diya wî Badegul Gonul jî diyar kir ku heke êşkenceya li ser kurê wê bidome ew ê li hemberî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê bike. Diya wî got:“Di her hevdîtinê êşkence li me jî tê kirin. Girtîgeha Sîlîvriyê bûye wekî kampa Naziyan. Heke kurê min sûcdar be jî, bila êşkenceyê lê nekin.”