Êrîşên sîstematîk ên li ser gorên Kurdan didomin

Dewleta Tirk êrîşên sîstematîk ên li ser gor û goristanên Kurdan didomîne. Dewleta Tirk a ku ev ev pelek e êrîşê dibe ser gorên şervanên azadiya Kurdistanê vê carê jî li Licê êrîş anî ser goran.

Dewleta Tirk, tişta ku barbaran jî di dîrokê de nekiriye dikin, bi şêl û tevgereke patalojîk êrîşê dibe ser gorên Kurdan. Dewleta Tirk vê carê jî êrîş bire ser goristana Goçxar a navçeya Licê ya Amedê û 2 gorên gerîlayan xira kirin.

Li Goristana Goçxar a girêdayî gundê Balicne ya navçeya Licê ya Amedê, 2 gorên din hatin xirakirin. Kêlên goran ên endamên HPG’ê Ridvan Mûtlû û Mehmet Mûtlû yên li goristanê hatin şikandin û gora Yûsûf Mûtlû jî hat xirakirin.