Êrîşên li ser Efrînê li Marsîlyayê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û komkujiyên ku dike, li bajarê Marsîlyayê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û komkujiyên ku dike, li bajarê Marsîlyayê hatin şermezarkirin.
Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, zêdeyî hezar Kurdistanî danê êvarê li meydana Canebiere li hev civiyan û ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar bikin heta Konsolosxaneya Elmanyayê meşiyan.
Di meşê de wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan hatin hildan û pankartên ji wêneyên sivîlan ên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin û bi nivîsa "Faşîzma Erdogan wê li Efrînê bê defnkirin" hatin vekirin.
Girseya gel ji bo bîranîna şehîdan li ber Konsolosxaneya Elmanyayê deqeyekê rêz girt û dirûşma "Şehîd namirin" qîriya.
Di mîtîngê de berxwedana Efrînê hate slavkirin.