Êrîşên li ser Efrînê li gelek bajaran hatin şermezarkirin

Kurdên li Ewropayê dijîn, li gelek welatan daketin qadan û berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriyê silav kirin.

Kurdên li Ewropayê dijîn, li gelek welatan daketin qadan û berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriyê silav kirin.

ATÎNA

Bi sedan Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê li hev civiyan, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê bi meşaleyan meşiyan. Çalakî danê êvarê li meydana Omonyayê pêk hat û nûnerên rêxistinên çep û anarşît ên Yewnan jî tevlî çalakiyê bûn. Girseya gel ji vê meydanê ber bi navenda bajêr ve bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" meşiya.

MARTÎGÛES

Kurdistaniyên li Marsîlya û Marîgnan ên Fransayê dijîn, duh li bajarê Martîgûesê bi pêşengiya Komîteya Piştgiriya Efrînê û Ciwanên Azad meşiyan. Meşa ku ji navenda bajêr dest pê kir bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û qisekeran gotin, wê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, duh êvarê bi sedan kes li Hakîscher Marktê li hev civiyan û bi belavkirina belavokan meşiyan. Hevserokê NAV-DEM ê Berlînê Yeko Ardil li vir axivî û got, "Efrîn wê têk neçe. Lê belê rûmeta dijminan wê hê bêhtir bişikê."

DÛÎSBÛRG-MOERS

Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê dijîn, duh êvarê li HBF a Moersê li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Siyasetmedarê Kurd Osman Ergîn, bi navê Partiya Marksîst Lenînîst a Elman (MLPD) Scheller Mîchael May, ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Salih, bi navê NCDK-Dûîsbûrgê Şahîn Çelebî û ji Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel jinek li vir axivîn.

LI GELEK BAJARÊN SWÎSREYÊ ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Li gelek bajarên Swîsreyê jî Kurdistanî û dostên wa li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Bi pêşengiya Platforma Berxwedanê ya Efrîn-Rojava, li bajarên Bern, Aaraû, Payern, Zurîch, Lozan û Baselê çalakî hatin lidarxistin û berxwedana şervanên Efrînê hate silavkirin.

BERN

Nêzî 100 kesên bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Mizgîn li Bernhofplatzê li hev civiyan, bi çalakiya "mirovên rawestiyayî" bal kişandin ser êrîşên li dijî Efrînê. Piştî saetekê, çalakgeran dest bi belavkirina belavokan kirin.

AARAÛ

Bi dehan Kurdistanî li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Aaraû li hev civiyan û çalakiya "mirovên rawestiyayî" lidarxistin. Bi belavokirina belavokan jî bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

PAYERN

Li navenda bajarê Payernê bi dehan Kurdistanî û dostên wan mîtîngek li dar xistin û xwestin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tavilê bên rawestandin. Çalakger piştre ber bi stasyona trenê ya navendî ve meşiyan û bi qîrîna dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.

ZURÎCH

Bi dehan çalakgerên bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan li ber gara Zurîchê li hev civiyan, bi rêya çalakiya "mirovên rawestiyayî" bal kişandin ser êrîşên li ser Efrînê. Di çalakiyê de berxwedana Efrînê hat silavkirin.

LÛZERN

Li ber gara Lûzernê jî bi dehan kes li hev civiyan û çalakiya "mirovên rawestiyayî" li dar xistin. Çalakgeran ji hêzên navneteweyî xwestin ku dest li dewleta Tirk werdin.