Êrîşên li ser Efrînê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê têkildarî êrîşên qirker û dagirker ên artêşa Tirk a li ser Efrînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn, Kurdistanî û dostên wan li Bremen û Nûrnberg û Viyanayê çalakî lidar xistin.

Di civîna çapemeniyê ya li Elmanyayê hate lidarxistin de,bang li hikûmeta Elmana û hêzên navneteweyî yên li dijî qirkirin û dagirkirina Efrînê bêdgen in kirin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengtiya Komîsyona Têkiliyê Karê Derve ya NCDK îro daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn. Di civînê de bal hate kişandina ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Efrînê û Hevseroka NCKD Dîlan Akdogan axivî û got: “Weke Kurdên li Sarlandê dijîn, bi taybet daxwaza me ji Wezîrê Karê Derve re Heîko Maasa re heye ku guh bide daxwazênb me. Divê bilezgîn zextê bike ku hêzên navneteweyî li dijî êrîşên dij mirovane yên li Efrînê bide rawestandin.

Hevserokê Meclîsa Dîaspora ya Şengal  Fîkret Îgrek jî bal kişand ser rewşa  Êzdiî û koçberên din ên li Efînê dijîn, bang li Neteweyên Yekbûyî û Ewropa kir ku têkevin nava tevgerê.

BREMEN

Li ser banga Komîteya Piştgirîkirina Kurdistanê li bajrê Bremen ê Elmanyayê qetlîamên dewleta Tirk a li Efrînê hate protestokirin. Mîtînga ku li pêşiya Parlemetoya Eyaletê hate lidarxistin, parlementerên Partiya Çep a Elman, Koma Antîfaşîst a Bremen, Koma Ciwanên Çep, Koma Piştgiriya bi Efrînê re jî destek kir.

Parlemetera Partiya Çep Sophîa Leonîdakîs axivî û got: “Piştgirîkirina hikûmeta Elman a ji bo dîktatoriya Tirkiyeyê şerm û eybeke mezin e. Erdogan bi komên terorîst re êrîşî sivîlên Efrînê dike.Yên terorîst ên parastina Erdogan dikin e.”

NÛRNBERG

Li bajarê Nûrnberg ê Almanya çalakiyên ji bo Efrînê dewam dikin. Kurdistaniyan ji bo dosyaya ku amadekirîn a têkildarî qetlîamên Erdogan ên li Efrînê li ser sivîlan, radestî Serokê Şaredariyê bikin, li pêşiya şaredariyê kombûn.

Kurdistaniyan li pêşiya şaredariyê sûcên mirovî ên dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kir ku alîkariya Yekitiya Ewropa a serlêdana ji bo rûniştinê ya 3 milyarî  a ji bo Tirkiye, Erdogan li dijî kurdan bi kar bîne.

Di çalakiyê de, hat diyarkirin ku bikaranîna çekên Elman a ji aliyê dewleta Tirk ve bi taybet bikarana li dijî Kuran nayê qebûlkirin.

VİYANA

Bi armanca nerazîbûn nîşandana bêdeng mayîna NY’ê ya li dijî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê, çalakiya ku li pêşiya NY’ê ya li paytext Viyana a Avûstûryayê hatî lidarxistin di roja 4’an de dewam dike.