Êrîşî konsolosê DYE'yê kirin û reviyan Tirkiyeyê

Çeteyê DAÎŞ'ê Yûnûs Emre Sakarya ku tevlî êrîşa li dijî Konsolosxaneya DYE'yê ya li Bîngaziyê bû, diyar kir ku bi pasaportên fermî yên ji aliyê Ensar Şerîa ya ser bi AKP'ê ve hatin amadekirin ew ji Lîbyayê derbasî Tirkiyeyê bûne û ji wir jî çûne Sûriyeyê.

Çeteyê DAÎŞ'ê Yûnûs Emre Sakarya ku welatiyê Tirk-Elman e û înterpol bi bultena sor lê digere du sal in di destê QSD'ê de girtî ye. Yek ji wan kesan e ku haya wî ji karên El Qaîde û DAÎŞ'ê yên li Elmanya, Miri, Lîbya, Sûriye û Tirkiyeyê heye.

Sakarya ku ji sala 2008'an û pê ve têkiliyeke xurt bi cîhadîstan re danî li Elmanyayê tevlî rêxistina Milletî Îbrahîm a El Qaîdeyê bû, li Sûriyeyê jî tevlî Cephet El Nûsra û DAÎŞ'ê bû. Sakarya ku li Elmanya û Ewropayê bi endamên El Qaîde-DAÎŞ'ê re tevgeriya di sala 2012'an de di ser Tirkiyeyê re çû Misrê ji wir jî derbasî Lîbyayê bû.

Sakarya tevlî êrîşa 12'ê Îlona 2012'an a li Bîngazî ya Lîbyayê bû ku di encamê de Sefîrê Bilind ê DYE'yê Chrîs Stevens û çar xebatkarên sefaretxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Sakarya wê demê bi pasaportên fermî yên El Qaîde-hikumeta Lîbyayê destpêkê çû Tirkiyeyê piştre derbasî Lîbyayê bû. Li Tirkiyeyê berpirsyarê lojîstîka leşkerî-elektronîk a DAÎŞ'ê bû.

Sakarya anî ziman ku di sala 2014'an de bi rêya înternetê bi payebilindekî DAÎŞ'ê yê welatiyê Awûstûryayê Mûhammed Mahmûd ê li Tirkiyeyê girtî axivî û ew bi pevguhertina endamên Konsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê hatiye berdan.

DEMA KU PLANA ÊRÎŞÊ HATE KIRIN LI ELMANYAYÊ BÛ

Çeteyê DAÎŞ'ê Yûnûs Emre Sakarya di sala 1991'ê de ji dayik bû û welatiyê Tirk-Elmane. Sakarya li Kolnê ji dayik bû û lîse qedand. Bi eslê xwe ji Çankiri ye, di sala 2008'an de ji ber çalakiyeke çekdarî ku xwest bi birayê xwe û hevalekî xwe yê Tirk bike hate girtin. Sakarya 3 salan di girtîgehê de ma û sala 2010'an bi şert hate berdan. Sakarya anî ziman ku cîhadîst di wê pêvajoyê de nas kir û got, "Di 4'ê Cotmeha 2008'an de bi malbata xwe re em çûn Florîda ji bo betlaneyê. Wê demê ez bi fikrê cîhadê û êrîşên 11'ê Îlona 2002'an re eleqedar bûm. Piştî ku ji wir vegeriyam min di ser înternetê re bi yekî El Qaîdeyê re têkilî danî. Di ser înternetê dîmenên El Qaîdeyê diweşandin. Bi talîmatên wî min li dijî leşkerên Emerîkî plana çalakiyê amade kir. Min hewl da çekê bikirim, lê nebû. Me jî plan kir ku polîsê Elman bikujin, bi çekên wan biavêjin ser baregeha Emerîkayê, lê nebû û hatim girtin. Yên din hatin berdan. Wê demê têkiliya min bi ti rêxistinê re nebû. Piştî du salan hatim berdan."

Sakarya piştî ku ji girtîgehê derket bi koma bi navê Piya Fogîl re têkilî danî û wê demê bi endamê DAÎŞ'ê û El Qaîdeyê Ebû Ûsema Gharîb re têkilî danî. Sakarya got, "Min Ebû Ûsema Gharîb nas kir. Hewldana min a ji bo çalakiyê bû referans. Ebû Talha yê Emerîkî li gel wî hebû. Ebû Talha bi Ebû Ûsema re dest bi kişandina dîmenan kir. Kariyera min a lojîstîkê li wê deverê dest pê kir. Min hemû eşya werdigirt û dianî. Min ew bi mirovan didan naskirin. Min kamera û cîhazên qeydê werdigirt... Di wê demê de min gelek cîhadîst nas kir. Di sala 2002'an de min berpirsyarê teqînên li Endonezya/Balî Reda Seyam nas kir."

DÎMEN LI ELMANYAYÊ HATIN AMADEKIRIN

Yûnûs Emre Sakarya li Elmanyayê bi Ebû Ûsema Gharîb re tevlî avabûna rêxistina Mîlletî Îbreahîm Cemaatî ya El Qaîdeyê bû. Sakarya got, "Wê demê El Qaîdeyê ji Efrîka, Somalî, Efganistanê dîmen dişand û hemû li Berlînê li deverên weke studyoyê dihatin montajkirin. Piştre ew ji devera hatin şandin re dihatin şandin. Mîna ku El Qaîdeyê li cih amade kiriye dihate nîşandan. Medya El Qaîdeyê ya gelekî profesyonel dihate xuyakirin hemû li Elmanyayê dihate amadekirin."

DI SER TIRKIYEYÊ RE DERBASÎ MISRÊ BÛ

Sakarya diyar kir ku di sala 2012'an de îstîxbarata Elman ew û Ebû Ûsema Gharîb dişopand û got, "Carna li Ebû Ûsema digeriyan û digotin 'tu li vî bajarî çi dike?'. Wê demê di xwepêşandanên Mîlletî Îbrahîm de bi rastgirên tund re em hatin pêşberî hev û li Bornê polîsek hate kêrkirin. Demên dawî ji ber ku du kesên bombe amade dikirin navdar bûn Mîlletî Îbrahîm derkete pêş. Di medyayê de gelekî hate nepixandin. Min nihêrî ku Ebû Ûsema çûye Misrê. Xwest ku ez jî biçim. Bi birayê xwe re di çûm Stenbolê. Piştî du hefteyan li Bomontî Hîltonê man em derbasî Qahîreyê bûn."

LI LÎBYAYÊ PERWERDEYA LEŞKERÎ

Demeke kurt piştî Misrê biryar wergirtin ku derbasî Lîbyayê bibin. Sakarya tevî birayê xwe Îsmaîl Sakarya jî di nava vê komê de bû. Di pêvajoya rawestînê ya li sînorê Misir-Lîbyayê perwerdeya leşkerî dîtin. Piştre li bajarê Derna yê Lîbyayê li avahiyekê dest bi perwerdeya leşkerî û îdeolojîk kirin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ KONSOLOSXANEYA DYE'YÊ

Sakarya tevlî êrîşa 12'ê Îlona 2012'an a li Bîngazî ya Lîbyayê bû ku di encamê de Sefîrê Bilind ê DYE'yê Chrîs Stevens û çar xebatkarên sefaretxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Sakarya der barê êrîşê de got, "Avahiya em lê diman a li Dernayê di destê Ensar'ûl Şerîa de bû. Ew wê demê baskê El Qaîdeyê yê Lîbyayê bûn. Wê demê ew hatin qesra edaletê ku em lê bûn. Wê demê 10-15 kesên ji me hilbijartin. Negotin ji bo çi ye.

Em li wesayitan siwar bûn û hatin Bîngazî. Em bi komên 3-4 kesî belav kirin. Kesên xwecihî ku jê re 'ensar' digotin dan gel me. Li gel min jî Ebû Amîna yekî Elman/Fasî hebû. Em hevalên hev ên li Elmanyayê bûn. Ji min re talîmat ên bi Erebî bi Elmanî werdigerand. Wezîfeya me li wê deverê tenê birîna rê bû. Deverek hebû. Ji wê deverê wê Ensar Şerîa ji pêş ve êrîşî konsolosxaneyê bikirabûya. Me jî hin dever amade kir ku dema wesayitên ji bo teqwiyeyê hatin li wan bireşînin. Wezîfeya me parastina yên li pêş bû. Piştre tevahiya şevê şer qewimî. Wesayit hatin û sibehê em birin Dernayê. Me ji nûçeyan bihîstin ku Emerîkî mirine."

EL QAÎDE YA LIBYAYÊ ORGANÎZE KIR

Sakarya li ser pirsa, ''Êrîşa 12'ê Îlona 2012'an a li ser Konsolosxaneya Emerîkayê karê El Qaîde ye yan na'' dibêje, ''Ensar Ul Şerîa raste basekî El Qaîde ye. Helbet ne tenê ew, çalakiyeke wiha bû û Libyayê cihekî wiha tevlîhev bû cîran jî tên tevlê dibin. Her kes dikare. Rêxistineke dî jî û hwd. Ensar Şerîa nikare bibêje, ''Ne hûn tenê em''.

Çete got piştî êrîşa ser konsolosxaneyê hem ji ber sedema balafirên keşfê û hem jî helwesta tund a gel li Dernayê asê mane, piştî ku cîhadîst li Maliyê xak bi dest xistin, xwestine ku biçine wir lê ji ber sedema ku Fransiyan rê girtine nekarîne ku biçine wir, wê demê biryar dane ku derbasî Sûriyê bibin.

EL QAÎDE - PASAPORTA HIKÛMETÊ

Sakarya li ser hikûmeta Tifaqa Hêza Netewî ya bi desteka Tirkiyê ku Tîrmeha 2012'an li ser Libyayê hatî avakirin jî agahiyên girîng da. Sakarya got wan pasaportên derbasbûna Sûriyê ji bi destê El Qaîde ya Libyayê Ensar Ul Şerîa, bi têkiliyên xwe yên bi hikûmetê re çêkirine.

Endamê çete wiha dibêje: ''Ensar Ul Şerîa pasaportên resmî yên Libyayê hazir kir. Ev bi têkiliya hikûmetê çêkir. Hikûmet ne nêzî me bû lê li dijî me şer jî nedikir. Êrîşên me asteng nedikir. Yanî hinekî cuda bû. Pê qayil bû ku leşkerên wan werin çewisandin. Li Bingaziyê her şev çalakî dibûn.''

LI TIRKIYÊ EM REHET BÛN

Çete Yusun Emre Sakarya got Çileya 2013'an bi pasaporta Libyayê li gel birayê xwe ku li Elmanyayê bi bombeçêker lê dihaate gerîn û li gel hevjîna wî ji Lengergeha Hewayî ya Trablûsê derbasî Stenbolê bûne. Sakarya got, ''Riha me hebû. Kincên kamûflajê li ser me nebûn. Dema ku El Qaîde em li balafirên siwar kirin ser me seh nekirin. Berpirsê Ensar Şerîa li gel me bû. Di berîka berpirsê Ensar Şerîa de bombeyan bi dest û di ber wî de demance hebû. Em li balafirên siwar kirin. Got, ''Hûn li wir rûnin''. Kincên me pardosê dirêj û pantorên kurt bû. Riha me hebû. Navê kesê bombeya wî hebû Samîr bû. Hevjîna wî bi çarşev bû. Em 4 kesên pêşî ji bo ceribandinê çûne wir. Pişttre wê yên din jî bihatana. Hek kêmasî çêbûbûya me yê tevdîr bistand. Em pir bi rehetî çûn. Samîr û hevjîna wî li balafirgehê ji me veqetiyan. Ew derbasî Dîlok û Rihayê bûn. Ez û birayê xwe li Stenbolê, du heftiyan li Bomontî Hîltonê man. Li Stenbolê me asûka xwe dikir. Ti pirsgirêk derneket.''

DERBASÎ NAV NÛSRA DIBE

Sakaya û birayê wî piştî bi du heftiyan ji Stenbolê diçine Hetayê û li wir bi bi Ebû Usema Xerîb ê El Qaîdeeyî re hev dibînin, bi rêya wî diçin Sûriyê û tevlî El Nûsra dibe.

Piştî ku Ebû Usema Gharîb dibîne, di ser Reyhanlî re derbasî Idlibê dibe û tevlî nav Nusra dibe. Gharîb wê demê endamê Cephet El Nusra bû û li Hetayê dixebitî, her wiha li Elmanya, Ewistirya û hwd. biryara lêgerînê li ser hebû. Ji vir jî piştî ku perwerdehiya leşkerî dibe derbasî Cerablûsê dibe û piştî dubendiya Nusra û DAÎŞ'ê îlon an jî Cotmeha 2013'an derbasî DAÎŞ'ê dibe. Endamê çeteyan Sakarya li Cerablûsê dibe emîrê Polîsan.

EBÛ USEMA DEMA TEQASA MÛSILÊ HATE BERDAN

Endamê çeteyan Yunsur Emre Sakarya dibêje bi Ebû Usema Garîb re, dema ku li girtîgeha Tirkiyê girtî bûye bi rêya înternetê têkiliyê datîne û dibêje, Garîb, piştî teqasa di navbeyna DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de ya li ser Konsolosxaneya Mûsilê Garîb tê berdan û wî dişînin Sûriyê.