Êrîşa li hemberî wekîlê HDP’yî Mûsa Pîroglû hat şermezarkirin
Hêzên demokrasiyê li Kadikoyê êrîşa polîsan ya li hemberî wekîlê HDP’yî Mûsa Pîroglû şermezarkirin û gotin: “Emê bi têkoşîna xwe hesaba wê êrîşê bipirsîn.”
Hêzên demokrasiyê li Kadikoyê êrîşa polîsan ya li hemberî wekîlê HDP’yî Mûsa Pîroglû şermezarkirin û gotin: “Emê bi têkoşîna xwe hesaba wê êrîşê bipirsîn.”
Li Kadikoyê êrîşa polîsan ya li hemberî wekîlê HDP’yî Mûsa Pîroglû bi daxuyaniyekê hat protestokirin. Di çalakaiya ku bi pêşengiya hêzên demokrasiyê hat lidarxistin de wekîlên HDP’yî Mûsa Pîroglû, Huda Kaya, Dilşad Canbaz Kaya, wekîlê TÎP’ê Bariş Atay û Hevserokên Bajarê Istenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci û gelek nûnerên partiyê siyasî tevlî bûn.
Di çalakiyê de pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Vîna gelê ku teslîmê we nabe li ser xwe li hemberî weye”,”Wekîlê ku we ew xiste erdê vîna gel e”, “Eger me bixînin jî emê rabin û bimeşin, eger dîktator bin bikevin wê dawiya wan bê” û dovîzên li ser hatibû nivîsandin “Leyla Guven kerameta me ye” hatin hilgirtin.
‘EM LI CIHÊ KU RABÛN DIZANIN KU BIMEŞIN’
Polîsan ku xwe li ber avêtina dirûşmên mîna “Leyla Guven kerameta me ye”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Li dijî faşîzmê mil bi milê hev bidîn”, “Destê dirêjî wekîlê me bûyî bişkê” yên girseyê negirt bi anonskirinê berdewam hewlda mudaxele bike.
Di çalakiyê de wekîlê HDP’yî Mûsa Pîroglû axaftinê yekem kir û ragihand: “Desthilatê duh nîşan da bê ka vê rêjeya şîdetê heta kû derê bilind bike û îro jî em nîşan didîn ku li hemberî desthilatê emê çawa li berxwe bidîn. Duh wana nîşan dan ku vîna gel nasnakin û tune dihesibînin. Îro jî em nîşan didîn bê ka şoreşgerên vî welatî çawa îradeya xwe danîne holê. Dibe ku wana bikarin me bixînin û ji şer dûr bixin, lê em li cihê ku ketine, rabûna wê jî dizanin. Em li cihê ku rabûne dizanin ku bimeşin û dema dimeşin jî dizanin ku çawa zimînê wan yê meşê jî bişemitîxwnin; em dizanin ku saltanata qesrê jî hilweşînin.”
Pîroglû tekezkir ku ji bo rûxandina wê desthilatê divê em mil bi milê hevûdu tevbigerin û wiha pêde çû: “Li her cihê ku zilm û zalim lê hebe emê li rex mezlûman bîn, em ê hilneweşîn û teqez têbikoşîn. Bê zanîn û bihîstin ku emê serkevîn.”
‘XWE NESPÊRIN QESRÊ’
Huda Kaya ji Pîroglû re derbasîbûn xwest û dest bi axavtina xwe kir. Kaya diyarkir ku desthilata AKP’ê dijminê hemû kesimên civakê ye û wê di encama têkoşîna tê dayîn de ewê wê zilmê dikin vê teqez biçin.
Kaya ji meydanê bang li desthilat û polîsên wî kir û axavtina xwe wiha domand: “Xwediyên we yên ku we xwe spartî wan û ji bo ku axaftinek neyê li ser navê qesrê hûn li pêşberî wê dilerizin, ji teşkîlatên xwe re gotin ku ‘Dawiya me hat, paqijiyê bikin’. Wê bikin guhar û bêxin guhên xwe, bi navê tawankaran sûcan nekin, ji padîşah zêdetir padîşahtiyê nekin. Ew yê çûyînê ne; xwe nespêrin tu kesî, xwe nespêrin qesrê. Ew bi temîzkirina sûcên xwe re mijûlin, ewê biçin, lê hûnê li naverastê bimînin. Bi navê tu kesî sûc nekin. Ma qet mirovatî nemaye? Hûn bi zanebûn wekîlê ku milyonan vîna xwe teslîmê wî kirî li ser sandalya bi teker diavêjin erdê. Ji xwe yê di hundurê wan de mirovatî nema be wê bê darizandin. Lê di nava we de yên misqalek wijdan pê re mabe bihizirin û lêpirsîn bikin.”
Kaya nerazîbûna xwe nîşanî girtina derhuqûqî ya Hevseroka DTK’ê Leyla Guven jî da û dazanîn ku wê li derve û hundûr têkoşîn bidome.
‘EMÊ HESABÊ WÊ ÊRÎŞÊ BIB-PIRSIN’
Li ser navê hêzên demokrasiyê û rêvebera Partiya Şoreşger Seher Beytaş daxuyaniya hevbeş xwend. Beytaş bi bîrxist Pîroglû ku rastî êrîşa polîsan hatî her dem dengê bindest, karker, kedkar û kolanê ye û got: “Emê bi têkoşîna xwe hesabê êrîşa ku li hemberî Mûsa Pîroglû û hemû dostên xwe ku ji bo daxuyaniyê ya mafê me yê makezagonî ye li wê derê bûn hatî kirin, bipirsîn. Em bang li her kesî/ê ku jiyanekî mirovî û bi keramet dixwaze dikîn ku li hemberî bê huqûqtiyê û bê mafiyê helwest deynin û ji bo têkoşînê mil bidin hevûdu.