Êdî divê cîhan dengê şoreşa Kurdan bibihîse

Enternasyonalîstên Amerîkaya Latîn ên nerazîbûn nîşanî qedexeya dewleta Elman a li ser PKK’ê dan gotin: “Ocalan li dijî sîstema kapitalîst rêyek din pêşniyar dike. Êdî divê cîhan dengê şoreşa Kurdan bibihîse.”

Bloka Amerîkaya Latîn a tevlî meşa 1’ê Kanûnê ya li dijî qedexeya dewleta Elman a li ser PKK’ê bibûn, têkildarî tevlîbûna xwe ya meşê daxuyaniyek da. Koma ku ji enternasyonalîstên Amerîkaya Latîn pêk tê, di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser hevkariya dewleta Elman a li gel Tirkiye, êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û qedexeya dewleta Elman a li ser PKK’ê. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Abdulah Ocalan û Rêberê Tevgera Azadiya Kurd ji derveyî pradîgmaya sîstema kapitalîst a heyî, rêyek din pêşniyar dike. Sîstemeke siyasî ya li ser Konfederalîzma Demokratîk, demokrasiya redîkal, azadiya jinê û ekolojiyê hatiye avakirin. Dewleta Elman ji bo vê wan weke ‘terorîst’ pênase dike.

Ji bo nîşandana hevkariya xwe ya bi têkoşînê re, em Bloka Amerîkaya Latîn a li Berlînê daxwaz dikin ku şoreşa ku hê nû li cîhanê destpê kirî bê bihîstin. Weke Ocalan gotî; ‘Ji beriya her tiştî divê bawer bikî ku şoreş pêk were, ji derveyî vê ti rêyek din nîne.’ Divê êdî dawî li netew-dewletê were; bi xêr hatî Konfederalîzma Netewa Demokratîk ya qitayên Amerîka, Rojhilata Navîn û hemû qitasyên din ên cîhanê!.”