'Êdî dema xwedîderketina li berxwedêran e'

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê yên girtî Hasan Ûmût Ozer got, "Êdî dema piştgiriyê bi dawî bûye. Dem dema xwedîderketina li berxwedêrên zindanan e."

Hasan Ûmût Ozer ku li Girtîgeh Tîpa T a Karabukê ye, ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Ozer bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û banga berpirsyariyê kir. Ozer li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû, Tîrmeha 2011'an hate girtin û bi daxwaza cezayê giran ê girtîgehê hate 'darizandin'.

Ozer 8 şehîdên ku çalakiya fedayî kirin bi bîr anî û got, "8 hevalê me yên çalakiya fedayî kirin, peyama 'bêdengî mirin e, berxwedan jiyan e' dan. Me ev mesaj wergirt. Berdêla xwe çi dibe bila bibe êm ê heta dawiyê li ber xwe bidin û dawî li tecrîdê bînin. Me soza xwe bi cih anî. 15 kulîlkên azadiyê dest bi rojiya mirinê kirin. Bêguman ji bo vê berxwedan û têkoşînê berdêl divê.

Mîna hemû şopdarên vê berxwedanê, em jî amade ne vî berdêlî bidin û em didin. Her kesî dît, 7 ewladên Kurd ên li zindanan ji bo bidawîbûna tecrîdê xwe feda kirin. Bila dinya tev vê zanibe, ne tenê 7 can, girtiyên azadiyê hemû amade ne ku ji bo Rêber û gelê xwe xwe feda bikin. Em natirsin, bila gelê me jî netirse. Yê ku niha ditirse dijminê faşîst e."

Ozer diyar kir, dijmin bi vê tirsê êrîş bir ser cenazeyan û dayina û got, "Ji bo zarokên wan bijîn dayik li ber girtîgehan çalakiyê dikin, lê bi namerdî êrîşî wan dikin. Gelo her kes çima li pêşberî vê bêdeng e? Gelo wijdan bi kesî re nemaye? Êrîşa bi namerdî ya li dijî dayikan divê hinceta serhildanê be. Lê mixabin wijdanê mirovahiyê îro kor, ker û lal e.

Dijmin dikare êrîşî mirovên xwedî li berxwedanê derdikevin bike, dikare wan bigire jî. Şop û bandora van hemûyan ji holê radibe. Lê belê şopa ku li wijdana dimîne, ne tê girtin ne jî tê jibîrkirin. Ji niha û pê ve divê her kes hesabê wijdan û exlaqê bike. Dema piştgiriyê êdî derbas bûye. Dem dema xwedîderketina li berxwedêrên zindanan e."

Ozer bi taybetî bang li ciwanên Kurdistanê kir û got, "Di dîroka Kurdistanê de sekneke bi vî rengî ya pasîf a ciwanan nehatiye dîtin. Ne Rêbertî, ne jî şehîd vê qebûl dikin. Pêwîste ciwan ji niha û pê ve xwe jinûve binirxînin û bi şiyara 'Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin' dakevin qadan."

Di dawiya axaftina xwe de Ozer 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û got, "Kes wê nikaribe roja me tarî bike."