Çîgdem Dogu: Rêber Apo damarê berxwedanê ye

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogu,''Damarê berxwedanê yê sedsala 21'ê û dilê serfiraziyê Rêber Apo ye''.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogu, têkilî salvegera 20'an a komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Dogu diyar kir komployê her wiha jin jî kirine hedefa xwe û domand,'' Ti caran serok Apo, tevgera me û tevgera jinê ev komplo mîna komploya li dijî şexsekî nenirxandiye. Ev komplo di şexsê Rêbertiya me de li dijî hemû çewisandiyan hatiye kirin.

Ji bo vê jî di salvegara 20'an a komployê de em bi wê biryardariyê ne ku komploye bi temamî ji holê rakin û faşîzmê hilweşînin. Şermezarkirina vê komployê têrê nake, biryara têkbirina vê faşîzmê ku xwe li ser civakan û jinan serwer kiriye û bi sazûmanî kiriye, di rewşa berdest de di şexê AKP-MHP'ê de berbiçav bûye, wê bibe bersiva herî mezin di salvgera 21'an a komployê de.''

STARTA ÇALAKIYA FEDAYÊ HALÎL ORAL DA

Dogu diyar kir dema komploya 9'ê Cotmehê pêk hatî Halîl Oral li girtîgehê çalakiya fedaî kiriye, şehîd bûye û domand,''Tê zanîn ku ev çalakî bi çalakiya bi çarçoweya hûn nikarin roja tarî bikin pêk hatiye, ku bi sedan jin û ciwan tevlê bûne. Li hemû devera cîhanê ev agir hate geşkirin û li dijî komployê têkoşîne hate dayin. Ev giyanê fedaî yê vî hevrêyê me û van mirovên me hê jî dijî. Em gelek deydarê van hevrêyên fedaî ne.

Niha jî di şexsê Rêzdar Leyla Guven de berxwedana greva birçîbûnê heye. Ev grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên li Hewlêr, Kanada, Galler û Strasboûrgê rastiyeke berxwedanê ya ku pêl bi pêl mezin dibe derxistina holê. Ev çalakî di rastiya serdema me de xwedî wateyeke mezin e, beriya her tiştî em van berxwedêrên ku hewl didin bibin layiqî Rêber Apo, gelê me û têkoşîna jinan slav dikin. Divê zanibin ku her demê em li cem van hevrêyên xwe ne.''

'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ HÊZA XWE JI IMRALIYÊ DISTÎNIN'

Dogu got berxwedana Ocalan di dîroka cîhanê de berxwedaneke ku mînakên wê kêm hene, ev berxwedan pêl bi pêl berbelav bûye û hem niha û hem jî siberojê wê bandora xwe pir mezin nîşan bide û domand, ''Damarê berxwedanê yê sedsala 21'ê û dilê serfiraziyê Rêber Apo ye. Ji bo ku hêzên mêtinger ên navnetewî, herêmî û zilam serwer ji bo ku ev baş dîtin tecrîdê her roj girantir dikin. Li Imraliyê 20 salan mirov li ber xwe bide helbet pir zehmet e. Di vî wextî de Rêbertî hem netewayatiya Kurd, hem sosyalîzm, hem têkoşîna azadiya jinê nûjen kir. Reng û dirûvekî nû da têkoşînê.''

Dogu got niha jî di şexsê grevên birçîbûnê de bandora berxwedana li Imraliyê tê dîtin û domand, ''Leyla Guven salên xwe dane siyasetê. Her wiha li zindanan û li derve grevên birçîbûnê hene. Di şexsê milîtaniya jinê de jî têkoşîna azadiyê ya bi rengên cuda heye. Em li van deran jî dibînin, tam berevajî hedefên ku dijmin dixwaze ku tine bike berxwedaniyek heye. Rêbertî ji bo têkoşîn jinan gotibû, projeya min a nîvco. Rêbertî di 20 saln de hîmê milîtaniyê, hîmên têkoşîna gerîlaa û azadiya jinê danî.

Têkoşîn bi komployê re ji bo demeke kurt vebirî. Rêbertî ji gava pêşî ve armanceke ku polîtîkayên dijmin pûç bike da ber xwe. Projeya têkoşîna azadiya jinê jî kêm nema. Rêbertî tevahî dîroka têkoşînê herî pir girîng dida têkoşîna azadiya jinê û herî pir ew geş dikir. Ev jî pir berbiçav û vekirî danî holê. Di navbeyna 1973-1979'an de, di şexsê heval Sara de jî em dikarin vê binirxînin. Têkoşîneke jinê ya ku hîç ranewestiyayî û tim geş bûyî hebûye.''

HÊZA AFIRANDINA JINÊ YA OCALAN

Dogu got, ''Ew siûda me çêbû ku em Rêbertî nas bikin û bibînin. Belkî xeyala gelek heval û dostê me bû'' û domand, ''Helbet em bawer dikin ku Rêbertiya me dîwarên Imraliyê hilweşîne û dîsa di nav me de be. Bi Rêbertî re têkoşîna jinê û hezkirina wê hebû, helbet ne bi şêwaza ku pergala zilamserwer ew pişaftî, ji ser ta pê bi wê çalakiyê bû ku te ji nû ve biafirîne. Bi şêwaze ku te bi fizîka te, bi her tiştê te ji nû ve biafirîne. Dema ku nû lê rast hatim ez jî kelecanî bûbûm. Baweriya min bi min nebû û dengê min pir kêm derdiket.''

Dema ku nû li rastî Rêbertî hatim, gote min, ''Ev çiye wiha ku tu mîna koleyan diaxivî, nikarî dengê xwe derxînî, dengê xwe derxîne''. Pêşî ez şaş mam. Li wir min fêhm kir ku Rêbertî dersa jiyanê û azadiyê dide min û wateyê li min zêde dike. Lê bi nîqaşan û bi pirsên ku ji te dipirse te dide fikirandin. Wan demam pir ciwan bûm, zêde zanîna min nebû, siyaseta cîhanê çiye, çawa pêş ve diçe, Tirkiye dixwaze çi bike, zêde em hay jê nebûn. Lê Rêbertî bi me re li ser siyaseta cîhanê nîqaş dikir. Polîtikaya Amerîka û Tirkiyê nîqaş dikir. Biya min kana sereke ya berxwedanê di têkoşîna azadiyê ya jinê de ye.''


'VEQETÎNA DAWÎ BI QASÎ TEMENEKÎ YE'

Dogu got Ocalan ji bo ku jin xwe ji nû ava bikin, nas bikin û temam bikin rêyek daniye ber wan û got, ''Deriyekî nû vedike û wateyeke nû lê zêde dike, berê polîtîkaya jinê û tevgera jinê diyar dike. Ji bo hemû civakan û çewisandiyan xwedî wateyeke wiha ye.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogu hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî wiha got: ''Beriya 9'ê Cotmehê bi heftiyekê bû. Rêbertî êdî dikir ku em jî bêhna komployê bikin, dibistan hatibûn girtin, şêwaza tevgerê ya Rêbertî jî kêm bûbû. Beriya ku biçim ser qada xwe ya peywirê Rêbertî li ser qada me ya xebatê perspektîf dan. Hin rexne jî anîn.

Herî dawî ber bi veqetînê me got em bi Rêbertî re wêne bigirin. Dema ku me pozîsyona xwe ya pozdayinê dide, me fêhm kir ku mekîneya wênegiriyê tine. Piştre got bila her kes li dilê xwe wêneyan bigire. Gotibû pêvajoyeke pir berfireh dest pê kriiye û teqez divê em li hev xwedî derkevin. Got, di demên herî dijwar de jî li hev xwedî derkevin. Li ser vê bingehê divê em daxwaza faşîzmê pêk neyînin, bi azadkirina gelên çewisandî û xeta Rêber Apo komployê têk bibin.''