Çîftyurek: Di 13'ê Cotmehê de em ê bibêjin 'Na ji tecrîdê re'

Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek anî ziman ku ti bingeheke qanûnî, exlaqî û siyasî ya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û got, "Di 13'ê Cotmehê de em ê bi xurtî bibêjin 'Na ji tecrîdê re'."

ÇALAKIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gel kir ku tevlî mîtînga li Amedê bibe.

Ji bo mîtînga li Amedê ya 13'ê Cotmehê ku ji bo dawîanîna li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bê lidarxistin, amadekarî dewam dikin. Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek li ser mîtîngê ji ANF'ê re axivî û got, "Di 13'ê Cotmehê de em bi xurtî tevlî mîtîngê bibin û ji tecrîda li ser Ocalan re bibêjin na."

DIVÊ KARIBE NÊRÎNÊN XWE BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE BIKE

Çîftyurek ragihand ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê tecrîda fîzîkî her wiha tecrîda fikrî û siyasî jî heye û got, "Ji ber ku nikare parêzer û malbata xwe bibîne, nikare nêrînên xwe bi raya giştî re jî parve bike. Ev tecrîda fîzîkî û fikrî li dijî qanûn, exlaq û siyasetê ye. Divê dawî li vê yekê bê anîn. Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û karibe nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Divê Ocalan êdî azad be. Eger hikumet dixwaze çareseriya demokratîk û aştiyê pêk bîne, divê Ocalan ji aiyê fîzîkî ve azad bibe. Ji bo bicihanîna daxwazên demokrasî, azadî û neteweyî yên gelê Kurd û rakirina tecrîda fîzîkî û fikrî ya li ser Ocalan em bang li her kesî dikin ku bi bi xurtî tevlî mîtînga 13'ê Cotmehê bibin."