Çeteyên Enqerê çekên giran ji herêma tampon vedikişîne
Hate ragihandin ku komên çete yên Enqerê di çarçoveya peymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya Îdlibê de çekên giran ji herêma tampon vedikişîne.
Hate ragihandin ku komên çete yên Enqerê di çarçoveya peymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya Îdlibê de çekên giran ji herêma tampon vedikişîne.
2 berpirsên çeteyan ku ji Reutersê re axivin û gotin, vekişîna çekên giran sibeha Şemiyê destpêkiriye û wê çend rojan bidome.
Li gorî nûçeyê, Eniya Rizgariya Netewî ya ku dewleta Tirk ava kirî çekên giran yên mina roket û wesayîtên topan wê 20 kîlometreyan vekişînin xeta di navbera hêzên rejîm û komên çete de.
Berpirsekî çeteyan jî got wê çekên sivîk û navîn herêmê bimînin.