Çeteyên dewleta Tirk li Kerkûkê êrîş birin ser hêzên Iraqê

Çavkaniyekî ji artêşa Iraqê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku duh bi şev çeteyên dewleta Tirk li bajarê Kerkûkê êrîş birine ser hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî.

Li gorî agahiyên çavkaniyekî ji artêşa Iraqê ku nexwest navê xwe eşkere bike, duh şev tabûrek a artêşa Iraqê ya li sînorê gundê Etşane yê bajarokê Daqûqê yê girêdayî Kerkûkê bû hedefa guleyên hawanan.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama wê êrîşê de leşkerek bi navê Amir Salim Cebir (40 salî) mir û 5 leşkerên din yên bi navê Ela Felîh Ebid (31), Elî Yasir Bedir (40), Elî Reşîd Ebûd (35), Ehmed Mehmûd Mehdî (55) û Etaullah Evez (28) birîndar bûn.

Her wiha çavkaniyê nexwestî navê xwe diyar bike da zanîn ku piştî lêkolîna di derbarê êrîşê hate dane destpêkirin, derketiye ku guleyên hawanê ji gundê bi navê Beşîr hatine avêtin.

Tê zanîn gunde Beşîr cihê çeteyên Tirkiyeyê ye ku beriya niha ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerde û bi cihkirin.

Dîsa hate gotin ku a niha xebatên lêkokîna berfireh a derbarê êrîşê destpêkiriye û bûye sedemê derketina aloziyê.

Wan çeteyên Tirkiyê zêdetirî 4 sal in ku li Tirkiyê ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerde kirin û vegerandine Kerkûkê. Hejmara wan derdorê 700 kesî ye û cebilxane, mûçe û çekên wan ji aliyê Tirkiyê ve tê dabîn kirin.

Hêjayê gotinê ye ku çend dezgehên ragihandinê yên hikumeta herêma Kurdistanê wê êrîşê weke ku çeteyên DAÎŞ’ê kiriye servîs dike.