DAIŞ'ê êrîşî baregeha leşkerî ya Kerkûşê kir

Çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî baregeha leşkerî ya Kerkûşê ya li Diyalayê kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî baregeha leşkerî ya Kerkûşê ya li Diyalayê kir. Li gorî agahiyên gihîştine ber dest, çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê bi wesayîteke bombarkirî êrîşî baregeheke leşkerî ya artêşa Iraqê ya li Kerkûşê kirin.

Hat ragihandin, êrîş bi wesayîteke zirxî ya bi tîpa Hûmmerê hate kirin û piştî êrîşê şerekî dijwar li herêmê rû da. Hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê rêya bingehîn a berê wê li biryargehê ye bi dest xistine û şer hê dewam dike.

Li ser hejmara mirî û birîndaran heta niha agahiyeke zelal bi dest neket. Tê gotin, fermandarekî payebilind ê artêşa Iraqê miriye. Hat ragihandin, artêşa Iraqê hêz şandiye herêmê.

Baregeha leşkerî ya Kerkûşê, li herêma navbera bajarokên Beldirûz û Mendelî yên navçeya Xaneqîn a eyaleta Diyala ye.