Çend DAIŞ’î hatin Tirkiyê?
Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolu ji hikûmetê pirs kir bê ka çend DAIŞ’î hatine Tirkiyê.
Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolu ji hikûmetê pirs kir bê ka çend DAIŞ’î hatine Tirkiyê.
Wekîla Koma HDP’ê Filîz Kerestecîgolu derbarê derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê yên ber bi Tirkiyê ve îro pirsnameyeke nivîskî da Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylu.
Kerestecîoglu got, ‘’Li gorî rapora bi navê ‘’Şervanên Biyanî û Talokeya yên ku vedigerin’ saziya ramanê ya Soufan Center a DYA’yê hatiye gotin 5 hezar û 600 şervanên biyanî yên endamên rêxistina terorê DAIŞ’ê li welatên xwe vegeriyan.
‘BÊYÎ KU LI RASTA ASTENGEKÊ WERIN VEDIGERIN TIRKIYÊ’
Kerestecîgolu got di raporê de tê gotin yên ku ji Ewropa, Amerîkaya Bakur,Rûsya û Asyaya Navîn hatin, piraniya wan di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûne û her wiha dîsa di ser Tirkiyê re vedigerin’.
Kerestecîoglu got li gorî rapora navberoî ji Tirkiyê 1500 kes tevlî nav rêxistina terorê ya DAIŞ’ê bûne û ji van 900 jê bêyî ti astengiyê dîsa li Tirkiyê vegeriyane.
‘WE ÇEND DAIŞ’Î SERBEST BERDANE’
Kerestecîoglu ji bo bersivandinê ev pirs dane ber Soylu:
‘Di vê sala dawî de çend DAIŞ’î hatin Tirkiyê? Derbarê vê ti xebatên we hene?
Di vê sala dawî de di operasyonên bi ser DAIŞ’ê de çend ji wan hatine girtin? Çend hatin berdan?
Ji bo ku DAIŞ’iyên ku vedigerin Tirkiyê çi tevdîr hatine standin? Ji bo ewlehiya sînor xebat hene? Ji bo vê mijarê xebatên Wezareta we çine?’’