Çeka bêhêzan: Kimyewî

192 welat her çendî bûne aliyê Peymana Çekên Kimyewî ya 29'ê Nîsna 1997'an, ku bikaranîna çekên kimyewî qedexe dikir, dema ku mijar dibû ''dahatu'' hemû îmze tenê li ser kazexê diman.

Neteweyên Yekbûyî li dijî talokeya çekên kimyewî yên kujer ji bo ku hayjêçêbûnê çêbike 30'ê Mijdarê kiribû ''Roja Bîranîna Qurbaniyên Şerê Kimyewî''. 192 welatî her çendî diyar kiribin ku ew aliyê Peymana Çekên Kimyewî ne,  ku 29'ê Nîsana 1997'an hatibû danîn û bikaranîna çekên kimyewî qedexe dikir, dema ku mijar dibû ''dahatu'' îmze li ser kaxezê diman.

Êrîşa kimyewî ya pêşî di dîrokê de her çendî bispêrin ser serdema Yenan û 1845'an dema dagirkirina Cezayirê artêşa Fransiyan Berberî jehrî kiribû jî, li gorî dîroka fermî bikaranîna bi rengê 'modern' Şerê Cîhanê yê Pêşî ye. Reaksiyona 'çekên kimyewî' ya ku di şaneyên xwînê digere, pergala hilmstandinê têk dibe û li gorî çekên konvansiyonel erzantir e, bi asta kuştinê ne.

Nûnerên gelek welatan, ji bo ku li qadên şer bikaranîna çekên kimyewî qedexe  bikin, 1899'an û 1907'an her çendî li Laheyê hatibin gel hev û peyman îmze kiribin jî, ne dema şerê cîhanê ya ku piştî çend salan dest pê kirî û ne jî di gelek şeran de ku piştre çêbû, ti hikmê wê nema.

KAMBAXIYA BI KLORÎNÊ HATÎ

Dema Şerê Global ê Pêşî Elmanên ku dema fêhm kirin bi statejiya şer a berdest wê nikaribin zora dijminê xwe bibin, derî li sinayiya kimyayê vekirin û yek kesê ku bûyî hevkarê vî sûcî kimyager Frîtz Haber bû, xwediyê xelata Nobelê.

Haber ê ku bi eslê xwe Yahûdî bû û pêşbînî nekiribû ku wê îcada wî rê li çi bobelatê veke û li dijî gelê wî were bikaranîn, ji bo hilberanadina gaza klorînê li Berlînê dest bi xebatan kir.

SERDEMA 'ŞERÊ KIMYEWÎ'

Generalên Elman ku gazên kimyewî pêşî li ser Polen û Rûsan ceribandî, ji encamên kujer ên gaza kolorînê ya ku ku rikberên wan Fransiyan berbelav dikir pir kêfşxwe bûn. 22'yê Nîsana 1915'an di şerê Ypres de Elmanên ku teqînin, bi gaza kloarê ya bi kapsûlên bi giraniya zêde li eniyê bikaranîn û kezaba bi sedan leşkerî teqandin. Bi vê êrîşê re karakterekî nû dabûne şer û serdema ''Şerê Kimyewî' dest pê kiribû.

Maskeya gazê ya bi navê 'smoke helbet' a ku doktorekî Ingilîz çêkirî her çendî gelek leşker ji mirinê xilas kir jî, pêşî li mirina zêde negirt.

Piştî vê 'serkeftin'ê Ingilistan, Fransa û Elmanya ketin pêşbirkê. Kimyager Vîctor Grîgnard jî ji bo artêşa Fransayê dest bi hilberanin fosgenê kirin, ku zehmet bû mirov pê derbixista, bêbehn bû û bêreng bû. Bi rewşa xwe ya saf jî fosgen dibû sedema mirinê, piştre klor lê hate zêdekirin û ceşnekî bi navê ''Whîte Star'' hate îcadkirin.

JEHRA ZER: XERDEL

Gaza xerdelê ya bi kukurt klorûrê yek ji jehra herî karîgr bû. Di şerê cîhanê yê 1'ê de her çendî gelek general piştre ji ber ku fermana bikaranîna çeka kimyewî dane hatibin darizandin jî ji hêla 'aktorên şer' e nebû gaveke ku jê biqrerin.

ÇEKA ÎMHAYA GIRSEYÎ

Protokola Cinêvê ku bikaranîna gazên kimyewî di şer de qedexe dike her çendî 1925'an hatibe îmzekirin jî, di şerê cîhanê yê duyan de ku 1'ê Îlona 1939'an dest pê kiribû, hate bikaranîn û vê carê ti ferq nekirin nav sivîl-leşkeran.

Mezintirîn holdînga demê ya ku li ser şopa Frîtz Haberê diçû, IG Farben, Zynklon B, gazên kimyewî hilberan û tevlî sûcê şer bû. Hîtler ku ji bilî ''nîjada Aryan' her kes ji xwe re dijmin didît, bi gazên taybet ên mîna hîdrojen siyanur, karbonmonoksît, Zyklonê li kamp û odeyên taybet bi milyonan Yahûdî û ''kesên ji mirovan nayên hesibandin'' jehr kir.

Her wiha Emerîka jî di dawiya şer de bomeya atomê avête Nagazakî ya Japonyayê. Her wiha di şerê Wîetnameê de madeya jehrîn a bi navê ''Agent Orange'' bi kar anî.

BI HEZARAN KURD HATIN QETILKIRIN

Dîktator Sedam Hisên jî ji ''şerê kimyewî' xwe nehişt û di şerê 8 salan ê Iraq û Îranê de ku 1980'yî dest pê kirî, bi gaza Sarinê ku kimyagerekî Elman çêkiribû, êrîş anî. Salên dawî yên vî şerî vê carê wê waneyên gaza kimyewî ji Kurdan re bihata vekirin. Artêşa Iraqê ku berê xwe dayî Helepeyê, kimyewiya ku bi sarin û ji VX'yê bera ezmên da. Ev gaza jehrîn ku ji 5 hezaran zêdetir mirov kuştî, bi hezaran kes jî birîndar hişt.

GAZÊN JEHRÎN LI ROJHILATÊ BAKUR Ê SÛRIYÊ YE

Rejîma dîktor Erdogan ê Tirk ku argumana''Rejîma Esad bi kimyewiyan gelê xwe dikuje'' di zimanê xwe gerandî û xwe kirî misyoeriya 'rizgarker' 9'ê Cotmehea 2019'an, li dijî Bakurê Rojhilat ê Sûriyê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Bi van êrîşan re ''gaza jehrîn' dîsa bû rojev. Ji ber ku li herêmê, bermahî hatin dîtin ku gaza fosforê hatiye bikaranîn, ku bi vê gazê re laşê mirov ji aliyê hundir ber bi derve dişewite, ziyanê dide kezabê.

Fosfora spî ku di nav kategoriya 'çeka kimyewî' de nayê pênasekirin, li gorî gelek peymanan, di êrîşên hewayî de li dijî gelê sivîl bikaranîna wê qedexe ye. Ispatbûna vê wê îşaretê bi sûcê şer bike.