Çavûşoglû ji bo bazariyên nû bike tê Elmanyayê

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû, 6'ê Çileyê ji bo hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Elman Sîgmar Gabrîel re pêk bîne tê Elmanyayê.

Rêveberiya Berlînê ragihand ku Çavûşoglû ji bo bersivê ji serdanê re bide wê biçe bajarê Gabrîel Goslarê. Di hevdîtina her du wezîran de tê payin ku bazariyên nû werin kirin.

Piştî ku rejîma Erdogan 25'ê Cotmehê aktîvîstê mafên mirovan Peter Steûdtner ê dîl girtibû serbest berda, têkiliyên navbera Berlîn û Enqereyê germ bûbû. Ev têkilî xurtir dibe. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû rojên dawî gelekî pesnê Elmanyayê da û peyamên wî di medya Elman de cih girtin. Sedema vê yekê jî eşkere bû.

Çavûşoglû herî dawî ji ajansa nûçeyan a Elman (DPA) re bi dûr û dirêjî axivî bû û gotibû, "Li bendê me ku sala 2018'an di têkiliyên Enqere-Berlînê de bibe saleke hê baştir. Hem Tirkiye hem jî Elmanya ji normalkirina têkiliyan re amade ye."

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ragihand ku Çavûşoglû wê 6'ê Çileyê bi hempîşeyê xwe yê Elman Sîgmar Gabrîel re li Elmanyayê rûnê. Ev hevdîtin wê li bajarê Goslarê pêk were ku bajarê Gabrîel e. Gabrîel roja 4'ê Mijdarê li Antalyayê ku bajarê Çavûşolgû ye serdana Çavûşoglû kiribû û bi hev re wêne kişandibûn.

GELO WÊ ÇI BI HEV BIGUHERÎNIN?

Li gorî agahiyên di medya Elman de cih girtin, Serokwezîrê berê Gerhard Schroder ku rê li ber berdana Steûdtner vekir, di hevdîtinê de pêşniyara pevguhertinê kiriye. Lê belê bi gotina 'sira dewletê ye' nehat eşkerekirin bê di berdêla Steûdtner de wê çi bê dayin.

Heman piştî serdana Schroder, musteşarê Merkel Peter Altmaîer jî çûbû Enqreeyê. Altmaîer bi 'wezîfeyeke veşartî' bi Erdogan re rûnişt û li gorî agahiyên di medya Elman de cih girtin, Elmanyayê ji bo berdana Steûdtner xelateke mezin daye dewleta Tirk.

Hefteya bihurî di rojnameya "Suddeûtsche Zeîtûng" de ku yek ji girîngtirîn rojnameyên Elmanyayê ye, li ser mijarê şîroveyeke wiha hatibû weşandin:

"Eger Gabrîel hempîşeyê xwe yê Tirk dawetî Elmanyayê bike û ev yek pêk were, wê bibe gaveke mezin ji bo nermkirina rewşa aloz a navbera her du welatan. Dibe ku Elmanya garantiyê bide ku bi rengekî hê rexnekirinê nêzî Tevgera Gulen bibe û li dijî rêxistinên PKK'ê yên li welêt hê bi cidî têbikoşe."

Balkêş e ku dewleta Elman helwesta xwe ya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd di dema dawî de hê şidandiye û xweranegirtina polîsên Elman li xwepêşandan û sembolên Kurdan zêde bûye. Pêla vê êrîşê 4'ê Mijdara 2017'an li Dusseldorfê bi êrîşa polîsan a dijî meşa girseyî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Wê rojê Wezîrê Karên Derve Gabrîel li Antalyayê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re rûniştibû.