Çav li civîna bilind a NATO'yê ne

Civîna bilind a NATO'yê, hevalbendiya Atlantîk li Brûkselê dicive. Babetên giran hene. Ji ber ku Trûmp jî wê li civînê amade be bajar hatiye dorpêçkirin.

Serokdewlet û serokhikûmetên 28 dewletên endamên NATO'yê Çarşemê li Brukselê li hev rûdinin. Ji bo Serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp ku di kampayaya hilbijartinê de rexneyên giran li NATO’yê anî bû li bajêr haziriyeke derasayî heye. Endamên NATO'yê ji bo ku bi Trûmp xwe şîrîn bikin seferber bûne.

Ji bo civînê gelek taxên Brukselê ji hêla polîsan ve hatine dorpêçkirin. Rayedar pêşniyar dikin ku li wesayitên gelgihên siwar bibin. Lê di wesayitên gelgihên de jî wê astengî çêbibin. Her wiha li bajêr hem ji bo şermezarkirina Trûmp û hem jî Serokkomarê Tirk Erdogan gelek rêxistian banga çalakiyan dikin. Ji her hêlê ve tê payin ku rojeke giran be.

DI ROJEVÊ DE BABETÊN GIRAN HENE

Di rojeva NATO’yê de babetên giran hene. Tirkiye, têkoşîna dijî DAIŞ'ê, ragêjiya NATO-Rûsyayê, şerê Afganîstanê, şerê Iraq-Sûriyê û çekdarbûn di nav babetên sereke de cih digirin.
NATO bi fikare ku DYE  ku di nav havelbendan de mezaftinên leşkerî 68 ji 100 DYE dike van mezaftinan kêm bike. DYE jî bang li endamên dî dike ku ji bo çekdarbûnê zêdetir bimezêxin.

Rûsya ne razî ye ku NATO li Polonya û dewletên Baltikê têkiliyên leşkerî zêdetir bibin. Perwerdehiya leşkerî ya NATO ya li Ûkraynayê jî ji hêla Rûsyayê ve weke gaveke nearamiyê hate dîtin.

BANDORA CIVÎNÊ WÊ GIRAN BE

Tirkiye ji gelek aliyan ve wê di civînê de were nîqaşkirin. Sîstema faşîstî ya Tirkiyeyê, nêzîkbûna wê ya bi Rûsyayê re û êrîşên dagirker ên Tirkiyê yên bi ser Sûriyê de di nav mijaran de hene. Mijareke dî jî ew e ku Tirkiye baregeha Încîrlikê li dijî hevalbendê xwe kiriye amûreke şantajê. Di vê mijarê de di navbera Tirkiyê û Elmanya de krîzek heye. Kêşeyên bi problem ên di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de jî wê bandorê li civîna NATO’yê bike.

Her wiha mijara Afganîstanê jî giran e. Talîban li welêt tevgera xwe zêde dike, çeteyên DAIŞ’ê jî êdî xwe nîşan didin.

Beriya civînê komkujiya li hêwana konsêrê ya li bajarê Manchesterê Îngilîstanê jî dibe hinceta ku mijarên 'ewlehî' û 'destwerddana leşkerî' girîng bibin. Her çendî ev civîn weke 'civîna biçûk' were binavkirin jî tê payin ku encamên wê giran bin. Ji Ewropa heta bi Amerîkaya Bakur û Rojhilata Navîn qadeke berfireh wê ji vê hevalbendiya leşkerî hîkar bibe.