4 siyasetmedarên jin ên dîlgirtî wê li ser 'Lêpirsîna Kobanê' îfadeyê bidin
Siyasetmedarên Kurd ên dîlgirtî Sehabat Tûncel, Aysel Tûglûk, Gultan Kişanak û Gulser Yildirim wê di çarçoveya 'Lêpirsîna Kobanê' de îfadeyê bidin.
Siyasetmedarên Kurd ên dîlgirtî Sehabat Tûncel, Aysel Tûglûk, Gultan Kişanak û Gulser Yildirim wê di çarçoveya 'Lêpirsîna Kobanê' de îfadeyê bidin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de yên der barê serhildana 6-8'ê Cotmeyê ya ji bo xwedîderketina li Berxwedana Kobanê, wê îfadeya siyasetmedarên jinên kurd ên li li Girtîgeha Tîpa F a Jimar 1 a Kandirayê girtîne bên girtin.
Biryar ji Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û parlamenterên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP’ê Aysel Tûglûk û Gulser Yildirim re hat ragihandin.
Hat hînbûn ku siyasetmedarên jin, wê roja Duşemê 12’ê Cotmehê, bi SEGBÎS’ê îfade bibin dozger.
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamenterên berê Ayla Akat Ata û Altan Tan, Hevseroka Giştî ya BDP’ê Emîna Ayna, endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî di nav de, 20 siyasetmedar di serdegirtinên malan ên 25’ê Îlonê de, hatibûn destgîrkirin. Ji siyasetmedarên anîn Midûriyeta Polîsan a Enqerê, çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmaha 2014’an, daxuyaniyên tevlî bibûn û parvekirinên wan ên medya civakî hatin pirsîn.
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parlamentera berê Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya BDP’ê Emîna Ayna û endamê MYK’a demî ya HDP’ê Alp Altinors jî di nav de 17 siyasetmedar hatin girtin. Siyasetmedar Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.