NÛ BÛ

‘Çapemeniya alîgir bêyî destûra desthilatê nikare vî zimanî bi kar bîne’

Yek ji mijarên ku di nîqaşên pêvajo û diyalogê de li ser tê axaftin, zimanê cudaker ê çapemeniya alîgir e. Alî Dûran Topûz diyar kir ku çapemeniya alîgir bêyî destûra desthilatê nikare vî zimanî bi kar bîne.

ALÎ DÛRAN TOPÛZ

Piştî rayedarên dewletê tecrîda li ser Rêber Apo qebûl kirin, li Tirkiyeyê nîqaşên li ser pêvajo û diyalogê geş bûn. Piştî 48 mehan, Rêber Apo ewil bi Omer Ocalan re, piştre bi heyeta DEM Partiyê re hevdîtin kir. Piştre heyeta DEM Partiyê li ser daxwaza Rêber Apo bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Her çiqas piştî hevdîtinan peyamên erênî hatinin dayîn jî hîn tiştekî erênî tuneye, lê li rêyekê digerin.

ÇAPEMENÎ ZIMANÊ ŞER BI KAR TÎNE

Di nav vê çûnûhatinê de, mijareke din a ku tê nîqaşkirin zimanê çapemeniyê ye. Bi hevdîtina re, çapemeniya alîgir zimanekî tûj ê şerê giran bi kar tîne. Zimanê ku Kurdan cuda dike, têkoşîn û pêşengên wan dike hedef tê bikaranîn. Ev rewş dibe sedema rexneyan.

100 SAL E HEMAN ZIMAN E

Rojnamevan Alî Dûran Topûz li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di salên dawî de çapemeniya li Tirkiyeyê ji guherîneke giran derbas bûye. Topûz anî ziman ku çapemeniya Tirkiyeyê ji avabûna Komarê heta niha li dijî Kurdan zimaneke taybet bi kar tîne û wiha axivî: “Bo nimûne dema em li salên 1920 û 1950’yî dinêrin, ji bo Kurdan peyvên wekî ‘paşverû, nexwende, dûrî şaristanî û medeniyetê’ bi kar anîn. Hetta wekû ‘kêzik’ jî bi nav kirin.”

‘DI SALA 1993’YAN DE ZIMANEKÎ HEMAN HATE KARANÎN’

Topûz destnîşan kir ku ev zimanê nerênî ku ji salên destpêkê yên komarê weke mîrate maye, ji salên 1990’î û vir ve tenê ji bo biçûkxistinê na, di heman demê de weke zimanekî şer jî hatiye karanîn û got, “Di sala 1993’yan de ku em dikarin weke pêvajoya ewilî ya çareseriyê bi nav bikin, me di medyaya muxalîf û medyaya alîgirê hikûmetê de jî ev ziman dît.”

Topûz ragihand ku çapemenî li hemberî aştiyê bi rengekî eşkere propagandaya şer dike û bal kişand ser nîqaşên ku piştî pêvajoya zexta zêde ya ku 10 sal in dewam dike, ji Cotmeya 2023’yan û vir ve destpê kirin. Topûz anî ziman ku çapemenî di cara destpêkê de bi tedbîr nêzîkatî raber kir, lê piştre car din dest bi karanîna vê zimanê jehrî yê dîrokî kir. Topûz diyar kir ku medyaya alîgir bêyî destûra desthilatdariyê nikare tiştekî bike û zimanê medyaya ku xwe weke muxalîf pênase dike jî, rexne kir.

Topûz destnîşan kir ku rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Rojava bi SÎHA’yan hatin qetilkirin, bûn hedefa zimanê qirêj ê pêşkêşvanê medyaya Tirk Ahmet Hakan û got, ev uslubekî nayê qebûlkirin e. Topûz got, “Rojnamevan destpêkê divê alîgir nebin. Divê alîgirê civak, aştî, demokrasî û wekheviyê bin û wezîfeya xwe ya agahdarkirina raya giştî, bimeşîne. Kesên di medyayê de vî zimanê jehrî bi kar tînin, dizanin ka çi dikin û bi zanebûn vî zimanî tercîh dikin.”

‘DEM PARTÎ DIVÊ LI DIJÎ KESÊN ZIMANÊ JEHRÎ BI KAR TÎNE, HELWEST BIGIRE’

Topûz bal kişand ser rexneyên şandeya DEM Partiyê ya ji bo zimanê çapemeniyê û ev tişt got, “Ev zimanê çapemeniyê divê ne tenê DEM Partiyê, her kesê nerehet bike. Dema li dijî Kurdan zimanekî nerênî tê rojevê, ji dervey DEM Partiyê zêde kesên din ji vê reşê nerehet nabin. Her wiha divê têkildarî vê mijarê DEM Partî jî were rexnekirin. Divê muameleya ‘rojnamevanên bi bawer’ li kes û saziyên ku vî ziman û uslubî bi kar tînin, neyê kirin. Ez tevlî rexneyên DEM Partiyê dibim, lê kêm dibînim. Di heman demê de divê di aliyê siyasetê de peywendiya bi kesên vî zimanî bi kar tînin re, red bikin.”

‘DIXWAZIN KESÊN SERÎ NATEWÎNIN, BÊDENG BIKIN’

Alû Dûran Topûz herî dawî têkildarî binçavkirina 4 rojnamevanên kedkarên çapemeniya azad, ev tişt bilêv kir: “Nêzîkatiyek heye ku hewl tê dayîn medyaya xwe ji hundir ve bikin amûra şer û siyasetê. Ji vê jî wêdetir kesên vê rewşê qebûl nakin û serî natewînin, rû bi rûyê zextên edlî, îdarî, polîs, pîşeyî û stratejiya bêdengkirinê dimînin. Em şahidiyê ji vê re dikin.”