Çalakvanên Nobeta Edaletê bang kirin ku li dijî tecrîdê toreke xurt bê avakirin

Di Nobetên Edaletê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran dewam dikin, bang hate kirin ku li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşegntiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 75’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edelatê tecrîdê bişkînın, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibû vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
Ji xizmên girtiyan Meryem Soylu got ku divê her kes bibe dengê grevên birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Em aştiyê ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên bindest dixwazin. Ya ku îro li Kurdistanê bi serê me tînin, îsraîlê jî bi serê Filistînê ne anîne. Bi sala ye nekarîn vî gelî bêdeng bikin û îradeya wan bişikînin. Em axwazin tu kes hêsiran bibarîne.” 
 
ÊLIH 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 17’an de berdewam kir. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin serdana nobetê. Di serdanan de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Ji welatiyan Mevlûde Onat di çalakiyê de axivî û xwest ku hemû derdor ji bo rakirina tecrîdê li her deverê belav bûye toreke xurt a têkoşînê ava bikin û ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin jî her kes bihestiyar tevbigere. 
 
Ji welatiyan Şukriye Acar jî got ku zext û zilm li gelê kurd tê kirin û ev tişt anî ziman: “Bi xwedîderketina li ziman, çand, hebûn û nirxên xwe em dikarin li dijî vê têbikoşin. Heke em yekitiya xwe ava bikin dê bihêztir bibin.” 
 
Nobet, bi gotina stranan û dirûşman berdewam kir. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 76’an de li avahiya komeleyê berdewam kir. Gelek Dayikên Aştiyê, rêveberên komeleyê û welatî tevlî nobetê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma "Jin, jiyan, azadî", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Çalakî bi stranên dayikan berdewam kir. 
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya li AATUHAY-DER’ê li Edeneyê hatiye destpêkirin jî di roja 76’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin û gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. 
 
WAN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 75’an de dom kir. Rêveberên Şaxa OHD’a Wanê û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Hevserokê Şaxa OHD’a Wanê Mûrat Ozçîçek di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ dikeve meha 4’an. Weke OHD’ê çi bikeve ser milê me em ê bikin. Heta ku tecrîd tê şikandin û rêyên hiqûqî tên vekirin dê têkoşîna me bidome.” 
 
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî”, stran û serdanan berdewam kir. 
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Çalakvanên ji navçeya Dêrikê hatin serdanê, bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li nobetê bûn. Perwerdeya zimanê kurdî ya di nobetê de îro jî berdewam kir. 
 
Di nobetê li gel azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, her wiha azadiya jinê jî hate nîqaşkirin. Têkildarî derketina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û jineolojiyê nirxandin hatin kirin. 
 
Di çalakiyê de her wiha dayikan daxwazên xwe anîn ziman. Dayika Aştiyê Hamdiye Kiran got ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan û piştgiriya bi grevên birçîbûnê re çalakiyê li dar dixin. Kiran, got ku heta digihijin armanca xwe jî dê çalakiya xwe bidomînin. Ji Dayikên Aştiyê Hulya Tekîn jî diyar kir ku ew dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe, gelê kurd yekitiya xwe ava bike û bi hev re rabe ser piyan. 
 
Piştre jî di nobetê de derbasî xwendina çîrokên kurdî bûn. Di vê beşê de “Çîroka Keçka Kuştî” hat xwendin.