Çalakiyên silavkirina Roja Fedaîtiyê: 5 dagirker hatin cezakirin

Hêzên YJA Starê bi armanca silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê li Xakurkê çalakî lidar xistin. Di encamê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Xakurkê;

22'ê Hezîranê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li qada Şehîd Qehreman operasyonek hate destpêkirin. Hêzên me dagirker xistin bin kontrolê û saet di 14:00 de bi rêbaza sabotajê lê dan. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran li vê derê bombeyên mijê bi kar anîn û mirî û birîndarên xwe ji qadê birin. Saet di 14:30'î de careke din çalakiya sabotajê hate kirin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakiya ku di encamê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker birîndar bûn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi armanca silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê hate lidarxistin.

23'ê Hezîranê saet di 23:30'î de li Qada Şehîd Qehreman bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin.

Li herêma Metînayê;

23'ê Hezîranê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

23'ê Hezîranê saet di 21:00 de bi çekên nîv otomatîk dest li liv û tevgera dagirkeran hate werdan. Piştî destwerdana hêzên me yên YJA Starê helîkopter neçar man ji qadê biçin.

24'ê Hezîranê saet di 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, konteynirek hate îmhakirin.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

24'ê Hezîranê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê droneyeke dagirkeran a bombebarkirî bi çekên ferdî hate îmhakirin.

24'ê Hezîranê saet di 17:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

24'ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

24'ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

23 û 24'ê Hezîranê li herêma Garê qada Girê Reşît 2 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metînayê 3 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê carekê; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."