Çalakiyên protestoyî yên li Iraqê di roja çaremîn de ne

Çalakiyên protestoyî yên li Iraqê di roja çaremîn de ne. Hêzên ewlekariyê li Bexdayê careke din li dijî çalakgeran çek bi kar anîn.

Çalakiyên protestoyî ku Sêşemê li Bexdayê dest pê kirin hema bêjin li hemû bajarên başûrê Iraqê belav bûne. Di dema çalakiyan de herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Bexdayê Înê bi dehan kes li hev kom bûn û çalakiya protestoyî kirin. Hêzên ewlekariyê çek bi kar anîn û hewl dan çalakgeran belav bikin. Li piraniya bajarên Iraqê înternet hîn jî hatiye birîn.

Serokwezîr Adil Abdulmehdî êvara Pêncşemê nêzîkatiya hikumetê ya li hemberî krîzê parast. Li gorî Abdulmehdî ev krîz ji bo tinekirina dewletê ye.

Rewşa nû ya di çalakiyên dawî de rû da ew e ku çalakger xwe bi rêya medya civakî bi rêxistin dikin.