Çalakiyên malbatên girtiyan belav dibin
Çalakiyên malbatên xizmên wan li dijî tecrîdê di grevên birçîbûn û rojiya mirinê de ne dewam dikin. Malbatan daxwaza rakirina tecrîdê kirin. HDP’ê jî li gelek navendan daxuyanî da û hikûmet hişyar kirin.
Çalakiyên malbatên xizmên wan li dijî tecrîdê di grevên birçîbûn û rojiya mirinê de ne dewam dikin. Malbatan daxwaza rakirina tecrîdê kirin. HDP’ê jî li gelek navendan daxuyanî da û hikûmet hişyar kirin.
Çalakiya grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi hezaran girtî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. 15 girtiyan îro dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Ji bo ku hikûmet gav navêje bertekên malbatên girtiyan, gel, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl zêde dibin.
Malbatên girtiyan û rêxistinên HDP’ê bi boneya balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li gelek navendan daxuyaniyên çapemeniyê dan.
DÎLOK
Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist û daxuyanî da. Rêveberên HDP’ê, endamê Meclîsa Şaredariya CHP’ê, rêveberên DBP, SYKP, Partiya Çep a Kesk, Komeleya 78’an, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Hevseroka HDP’a Dîlokê Sûltan Bayindir daxuyanî da û bang li hikûmetê kir ku qanûn û hiqûqa xwe pêk bînin û beriya ev agir mezin bibe bitefînin. Bayindir got: “Cemidandina hesin bi kezeba dayikan nabe.”
WAN
Rêxistina HDP’ê ya Wanê û 13 navçeyên xwe têkildarî çalakiya rojiya mirinê li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê dan û gelek welatî beşdar bûn. Rêveberê HDP’ê Omer Sonmez daxuyanî da û got AKP li dijî daxwazê kerr, kor û lal bûye û xwest hikûmet gav biavêje û daxwazê piştguh neke. Sonmez got ew li dijî tecrîdê hiqûqê diparêzin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
MÊRSÎN
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Zelal Onen daxuyanî xwend ji bo ev çalakî bidawî bibin divê hikûmet gav biavêje. Rêxistina HDP’ê ya Akdenîzê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.
EDENE
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bi tevlîbûna gelek welatiyan li avahiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mahsun Erîg daxuyanî da û da zanîn ku ji bo çareseriyê divê hikûmet û Meclîs demildest bikeve dewrê. Rêxistina HDP’ê ya Ceyhanê jî daxuyanî da û Hevserokê HDP’a Ceyhanê M. Salîh Demîr axivî û got ew li pey daxwaza girtiyan e.
HATAY
Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê jî li avahiya xwe bal kişandin ser çalakiya girtiyan û xwest hikûmet gav biavêje.
ÎZMÎR
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî li ber Sumerbanka berê ya li Navçeya Konakê daxuyanî dan çapeniyê. Malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyanî bûn. Polîsan malbatan dorpêç kir û çalakiyê astang kirin. Girse ji vir derbasî avahiya HDP’ê bû û daxuyanî dan. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Kadîr Baydur daxuyanî da û bertek nîşanî astengiya polîsan da. Baydur got ew ê hemû qademeyên dewletê û rayedaran vedixwînin wezîfeyê. Malbatên girtiyan jî destnîşan kirin ku ew li pey daxwaza zarokên xwe ne û wê heta dawiyê piştevaniyê bikin.
ENQERE
Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê jî bi heman armancê daxuyanî da û balê kişandin ser rojiya mirinê. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê Huseyîn Gevher daxuyanî da û hikûmeta ku gav navêje bi “li benda mirinên nû ne” sûcdar kir û got: “Bi vê nêzîkatiya xwe dixwazin ku em hemû dest bi rojiya mirinê bikin gelo?”
RIHA
Malbatên li navçeyên Rihayê Pirsûs û Wêranşarê ji bo piştevaniya girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi çalakiya nobedê kiribûn daxuyanî dan û bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Malbatan anî ziman ku rewş xeternak dibe û gotin: “Tecrîd sûcê mirovahiyê. Em ê nebin şirîkê vî sûcî.”
SÊRT
Malbatên girtiyan ên li Sêrtê jî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikên Aştiyê jî destek dan malbatan. Polîsên girtîgehê dorpêç kiribûn nehiştin malbat li ber deriyê girtîgehê daxuyanî bidin. Malbatan li cihek hinek dûrî girtîgehê daxuyanî dan. Malbatan bang li hikûmetê kir û xwest dengên wan û zarokan wan bibîhîzin û xwestin hikûmet demildest gav biavêje û bila daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.